Ji HUDA PARê derbarê leşkerîya bi berdêl de daxuyanî
Serokê Giştî yê HUDA PARê Mehmet Yavuz di daxuyanîya ku derbarê leşkerîya bi berdêl de belav kir de destnîşan kir divê dawî li leşkerîya bi berdêl bê anîn û sepana leşkerîya profesyonel bê destpêkirin.
Mehmet Yavuzê Serokê Giştî yê HUDA PARê destnîşan kir di meseleya leşkerîyê de çareserîya herî maqûl dawîlêanîna leşkerîya mecbûrî ye.
“Divê dawî li leşkerîya bi berdêl bê anîn û sepana leşkerîya profesyonel bê destpêkirin”
Yavuz di berdewama daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir wezîfeya hikûmetê tedarikkirina teleba 5 milyon însanan e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di meseleya leşkerîyê de çareserîya herî maqûl dawîlêanîna leşkerîya mecbûrî ye. Divê dawî li leşkerîya bi berdêl bê anîn û sepana leşkerîya profesyonel bê destpêkirin.Encax bo problem ji rastê bê rakirin.”
Yavuzê ku di meseleya leşkerîya bi berdêl de 3 pêşnîyazan kir destnîşan kir divê di verastkirina dawî ya ku herî dawî derbarê leşkerîya bi berdêl de hat kirin de ev hêsanî bên kirin:
1-Rakirina sînora emir
2-Rakirina pevajoya(28) perwerdehîyê
3-Ji wan kesên ku nikaribin di carekê de heqê leşkerîya bi berdêl bidin û vê yekê îspat bikin re kredîya bê faîz dayîn û di warê dayîna deynê kredîya bêfaîz de hêsanî kirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.