Ji HUDA PARê lijneyek Koma Dogru Medyayê ziyaret kir
Arîkarên Serokê HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel û Erdal Elîbuyuk Koma Dogru Medyaya ku êrîşa bi molotof û çekdarî lê hat kirin ziyaret kirin û ji wan re daxwazên xwe yên silametiyê anîn zimên.
Arîkarên Serokê HUDA PARê Mehmet Bahattîn Temel û Erdal Elîbuyuk ji teref rayedarên Koma Dogru Medyayê ve hatin pêşîwazkirin.Di dema ziyaretê de Bahattîn Temel destnîşan kir hedefa kesên ku êrîşê li dar xistine, derxistine kaos û tevlîhevîyê ye.Temel dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di ya rastiyê de ev êrîş ji bo kêmkirina eleqeya ji Dogruhaberê re hatiye kirin.Her wiha ev êrîş di nav xwe de terorîzekirina xwendevanan jî di nav xwe de dihewîne.”
Temel di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir Xweda Teala xwediyê Mislimanan e û dû re wiha pê de çû: “Ew kesên ku ji Dogruhaberê re dibêjin derew e, di eslê xwe de ji devê ji biçûke wan bigre heta mezinên wan gotineke rast dernakeve ku ev yek jî îronî ye.Yanî tiştê rast ji bo wan tiştekî cuda ye. Ji derewên wan re terefdarî kirin ji bo wan tiştekî rast e û baş e…Lewra qadên wan ên jiyanê kaos û fitne ye.Rebbê min me ji fitneya kaosker û fitnekaran mihafeze bike.Rebbê me, piyên me tevan li ser rêya rast sabît bike.”
Di dema ziyaretê de rayedarên Koma Dogru Medyayê ji lijneyê re ji ber ziyareta ku kirine teşekur kirin û destnîşan kirin ev êrîş dê wan nedin sekindan û barewajî dê ezma wan zêdetir bike
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.