Ji HUDA PARê panela “Kurdî Dibijêrim”: “Zimanê me, temînata hebûn û sibe roja me ye”

Ji HUDA PARê panela “Kurdî Dibijêrim”: “Zimanê me, temînata hebûn û sibe roja me ye”

Axivkerên di panela “Kurdî Dibijêrim” ku ji teref HUDA PARê ve li Dîyarbekirê hat lidarxistin de axivîn, bal li ser ehemmîyeta Kurdî a di dîrokê de û cîhê wî yê di Îslamê de kişand ku civakên ku xwedî li zimanên xwe dernakevên hebûna xwe winda dikin.

HUDA PAR, bi armanca hay jê çêkirina Zimanê Zikmakî yê Bijarte panelekî bi sernava “Kurdî Dibijêrim” tertîp kir.

Bername li Dîyarbekirê di Navenda Kongre û Çanda Sezaî Karakoçê bi moderetortîya Parêzêr Muhammed Ata Yuksel hat tertîpkirin û di bernameyê de Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli, Prof. Dr. Xelîl Çîçek, Nivîskar-Lêkolîner Vahdettîn Înce û Perwerdekar Hûdaî Morsûmbûl axavtinekî kirin.

Bi navê Serokatîya Karên Perwerde yê HUDA PARê Yehya Ograş axavtinekî silavdayînê kir.

Dûre Prof. Dr. Xelîl Çîçek axavtinekî kir, wî di daxavtina xwe de bal kişand ku hebûna milletekî encax bi zimanî wê çêdibe.

Prof. Dr. Xelîl Çîçek: “Kî dibe bila bibe di warê ziman de ji yekê re neheqîyê bike zilmê bikaranîtîye”

Çîçek di axavtina xwe de îfade kir ku cudahîya reng û zimanan, bi tevî ayeta xuliqandina asîman û erdê ve tê zikirkirin, “Ev mesele li alîyê Xwedê meseleyekî gelek muhîm e. Ji ber vê yekê kî di warê ziman de ji yekê dinê re neheqîyê bike ew kes zilmekî kirîye. Di meseleyekî ewakî de divê hemû însanîyet li hemberî vêya bisekine.”

Çîçek, “Di welatê me de mirovekî dema ku bi Erebi xeber bide ji tu kesê deng dernakeve, dema ku bi zimanê Farîsî xeber bide dîsa ji tu kesê deng dernakeve, dema ku bi zimanê Îngîlîzî xeber bide û derheqê xweşikahîya vê zimanê de biaxive tu kes dengê xwe dernaxe, lê dema ku hûn bi zimanê Kurdî xeber bidin hûnê deqa nîjadperestîya Kurdî bigrin li ser xwe. Ev jî rewşekî gelek jandar e. Ji ber vê yekê ez vê bernameya ku HUDA PARê li dar xistîye muhîm dibînim. Ez wan tebdîk dikim.”

Çîçek di berdewama axavtina xwe de derheqê pêvajoya Misilmanbûna Kurdan de û derheqê tevkarîya Kurdan a ji medreseyê re de jî axivî, wî îfade kir ku alimên Kurd gelek xizmetên wan ji Îslamê re çêbûne.

Ramanli: “Haya me ji me tuneye ku em çawa asîmîle bûne”

Parlamenterê HUDA PARê Serkan Ramanli piştî Çîçek axivî û wî ji axavtina xwe re bi ayeta ku dibêje ‘Delîlên ji hebûna Wî yek jî, xuliqandina asîman û erdê ye, xeyn ji vana cudabûna reng û zimanan e.’ Dest pê kir û dûre weha got, “Tu mezinahîya zimanekî ji yê dinê re tuneye, her zimanekî li gorî xwe biqîmet e. Xwedê Teala vê zimanê dîyarîyê me kirîye. Li herêma me roj bi roj ev zimanê me winda dibe. Em dibêjin zimanê me yê zikmakî lê ji we dipirsim em kî di nav mala xwe de bi zimanê xwe yê dayîkê xeber didin? Haya me ji me tuneye ku em çawa asîmîle bûne. Mixabin îro di kolanên Dîyarbekirê de zimanê Zazakî û Kurmancî nayê xeberdan. Ev jî nîşana asîmîlasyonê ye, ev jî ji bona me eybekî mezin e. Ji ber vê yekê ye ku divê em xwedî li dîyarîya Xwedê derkevin. Bi rastî jî zimanê me temînata hebûn û sibe roja me ye. Ger ku em xwedî li zimanê xwe denekevin em ê roj bi roj hebûna xwe winda bikin.”

“Ziman, sedema cudahî û neyartîyê nîne”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew ji hemû zimanên ku li Tirkîyeyê têne axavtin re muhîmtîyê didin, “Gerek Tirk, gerek Kurd, gerek Laz, gerek Zaza… hebûna xwe bi ziman û renga xwe biparêze ew ê welat jî ew qas dewlemend be. Ziman, ne sedema cudahî û neyartîyê ye. 100 sal berê li vî welatê derbe hat kirin, ji xelqê ku ew ji xwe re kirine neyar û ji xwe dûrxistine yek jî Kurd bûn û van Kurdan jî Misilman bûn. Ev tişt bi salan e berdewam kir. Armanca wan li herêmê tunekirina Îslamê bû û mixabin li hinek cîhan jî vê tiştê bi kar anîtin. Ji me re jî ji ber ku hem em Kurd bûn û hem jî em Misilman bûn bi du alî de neyartîyê kirin. Hemd ji Xwedê re bi xebatên alim û mezinên me ew temamî serfiraz nebûn. Qeweta wan negihaşt ku Îslamê ji me bigrin lê roj bi roj zimanê me di nav me de dihele û winda dibe.”

“Îro yên ku mihafazatîya zimanê dikin û dibêjin em ji bo ziman micadeleyê dikin xwedî li Kurdî dernakevin”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Kurdî elarmekî sor dide, “Ger ku em bi şekleke samîmî xebatên xwe bidomînin em ê bighêjin zeferê. Em di vî warî de çiqas jî dereng mabin jî di vê dema xebata xwe ye niha de micadele bikin û nesekinin wê em ê serfîraz bibin. Em vê tiştê bîrva nekin ku însanîyet bi Îslamê qîmeta wî çêbûye. Em berîya ku Îslamîyetê qebûl nekiribûn di navbera Pers û Romayê de dihatin eciqandin û ew tehdayîyê li me dikirin. Îro yên ku dibêjin em midafeayê ziman dikin û ji bona wî micadeleyê dikin xwedî li Kurdî dernakevin. Bi rastî jî Zaza û Kurd çi qas xwedî li zimanê xwe derdikevin ew ê xwedî li Îslamê jî derkevin.”

“Ger ku zarokên me îro zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin ew ê bibînin ku kevneşopîya me çiqas dewlemend e”

Ramanli di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di dibistanan de pêvajoya dersên hilbijartina ziman û devan dest pê kirîye, “Di dibistanên me de îmkana hînkirina zimanê me heye û ev pêvajo jî pêvajoya hilbijartinê ye. Ew ê ev hilbijartin 2-3 hefte berdewam bike, em dixwazin ku vê pêvajoyê ji bo alîyê xwe binirxînin. Panela me ya ku em di vî warî de çêkirine destpêkekî ye. Em ê piştî vêya jî di televîzyonan de, di radyoyan de, di kolanan de û di dibistanan de berdewam dikin. Ger ku zarokên me îro zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin ew ê bibînin ku kevneşopîya me çiqas dewlemend e.”

Vahdettîn Înce: “Tunebûna zimanê talûkeyekî mezin e”

Nivîskar û Lêkolîner Vahdettîn Înce îfade kir ku di dîrokê de, Kurd jî wek Erep û Tirkan bi Îslamê qîmeta zimanê xwe zêde kirin e, medenîyeta Ewrupayê jî armanc kir ku wan ji Şerîata Xwedê û kevneşopîya wan dûr bixe.

Înce, “Windabûna ziman talûkeyekî mezin e. Windabûna rihê ziman, qutbûna ji orf û kevneşopîya xwe û ji şerîata Xwedê jî ji talûkeya mezin jî mezintir e û felaketekî mezin e. Em bû 100 sal e li bêvîya qebûldîtina zimanê xwe ne, lakîn ger ku were qebûl kirin jî em ê 100 sal ji felaketa ku sekûler û laîkan anîtine ser zimanên me paqij bikin wê micadeleyê bikin.”

Înce di dawîya axavtina xwe de îfade kir ji bona ku civaka Kurd bi meneya rastî jîyana xwe bidomîne divê xwedî li dînê Îslamê û Quranê derkeve.

Di panelê de perwerdekar Hûdaî Morsûmbûl jî bi zimanê Zazakî axavtinekî pêşkêşî kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.