“Ji Hz Adem heta îro kufir mayînde nebûye”

“Ji Hz Adem heta îro kufir mayînde nebûye”

BRUKSEL - Ji bo Mehmet Salîh Kayayê ku çend roj berê li bajarê Charleroiya Beljîkayê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin di Navenda Çand û Werzişa Ciwaniyê ya Federasyona Îslamê ya Bejîkayê de teziye hat vedan.

Ji bo Mehmet Salîh Kayayê ku çend roj berê li bajarê Charleroiya Beljîkayê ji teref PKKyiyan ve hatibû qetilkirin di Navenda Çand û Werzişa Ciwaniyê ya Federasyona Îslamê ya Bejîkayê de teziye hat vedan.

Di teziya ku ji bo Mehmet Salîh Kaya hat vedan de Mela M. Fatîh Demîrtaş axivî. Demîrtaş di axavtina xwe de qala dilnizmî û mezlûmiyeta Kayayî kir.

 “Em hêvîdar in ku Mumîn di herba heq û batilê de huşyar bibin”

Demîrtaş diyar kir însan li kû dibe bila bibe dê mirin wî bibîne. Dûvre Demîrtaş wiha axivî: “Em dibînin ku herba heq û batilê yên Hz Musa û Firewn, Hz Îbrahîm û Nemrûd, Hz Muhemmed û Ebû Cehîl, Ebû Leheb Umeyye bîn Halef û tayfa wî; Hz Huseyn û Yezîd domiye. Di vî şerê heq û batilê de divê ku Mumîn umrê xwe yê kurt li ser rêya heqiyê bidomînin. Em hêvîdar in ku Mumîn di herba heq û batilê de huşyar bibin.”

Demîrtaş destnîşan kir ku kufir her tim li dijî heqê bûye. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Reng, ziman, dîn û şeklê kufrê tune. Ji xwe wateyê kufrê jî ‘veşartina heqiyê’ ye. Dema ku dabaş heqî bibe ehlên kufrê rêyekî dibînin û heqitê vedişêrin. Dê ew tu wext nekarin heqiyê veşêrin. Dê roj bi heriğe nete suwaxkirin.”

 “Ji Hz Adem heta îro kufir mayînde nebûye”

Demîrtaş diyar kir ku mirin ji herkesî re heye. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mirina me înşeallah dê me bigihijîne Xweda. Lê mirina wan him di vî dinyayê de him jî di axîretê de zillet û ezab e. Kafir dizanin ku ew çi dikin ji wan re bi heman şiklê dimîne. Zalim dizanin ku karên ew dikin ji wan re wek qezenc dimîne. Ew xelet in. Xweda wiha ferman dike; ‘Xem nekin, şist nebin. Heke hûn bawer dikin bêguman dê hûn bibin xalib.’ Ji Hz Adem heta îro kufir mayînde nebûye.”

 “Di demekî nêzik de mizgînî bide wan”

Demîrtaş belav kir tiştên ku zahirî ji Mislinan re bi şiklekî neyînî xuya dike divê ku nebe sedema bêhêvîtiyê. Dûvre wiha pê de çû: “Em dizanin ku bedelekî baweriya li Xweda heye. Bedela batilê di vî dinyayê de ew e ku Xwerda bi destê Mumînan zaliman rezîl û rûsway dike. Di axîretê de jî ji bo wan ezabekî mezin heye. Roj vediguherin. Tiştên ku zahirî ji Mislinan re bi şiklekî neyînî xuya dike divê ku nebe sedema bêhêvîtiyê. Di demekî nêzik de mizgînî bide wan.”

 “Mesele ziman, mezheb, irq nîne, mesele îman û kufir e”

Demîrtaş herî dawî wiha axivî: “Heke Munîn xwedî dirayet bibin û heke Mumîn bi boyaxa Xweda werin boyaxkirin û sef sef bibin yek bi izna Xweda dê hesaba zaliman xirab bibe. Kesên ku me ji zimanên din diqetînin îro li kesên ku heman zimanê diaxivin û ji heman irqê ne didin. Mesele ziman, mezheb, irq nîne, mesele îman û kufir e. Înşaellah dê kesên ku xwediyê ehlê îmanê ne qadê ji wan re nehêlin. Dê tu tişt neyê jibîrvekirin û dê tu tişt wekê berê nebe.” (ÎLKHA)



 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.