Ji îmtîhana ku wezaretê destûr dabûyê re li Adiyamanê asteng

Ji îmtîhana ku wezaretê destûr dabûyê re li Adiyamanê asteng

Walîtî û Midûrtîya Perwerdehîya Neteweyî ya Semsûrê ji îmtîhana sîyerê ya ku dê ji teref ÎKRA-DERa ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e ve bi destûra wezaretê hatibana kirin re destûr nedan û asteng kirin.

Ew ê di 18ê Sibatê de ji teref ÎKRA-DERa ku endamê Platforma Evîndarên Pêxember e ve bi destûra wezaretê li temamê Tirkîyê îmtîhana sîyerê bê tertîpkirin. Li temamê bajêran amadehî ji teref komeleyên ku endamên Platforma Evîndarên Pêxember in ve tên domandin. Li Semsûrê jî di bergeha vê îmtîhana sîyerê ya ku dê bê tertîpkirin de hat xwestin amadehî bê kirin da ku îmtîhana sîyerê bê kirin, lê belê derket holê ku ev îmtîhana ku dê di 18ê Sibatê de bê tertîpkirin ji teref Walîtî û Midûrtîya Perwerdehîya Neteweyî ya Semsûrê re ve tê xwestin bê astengkirin ku bo vê yekê jî destûr nedane da ku îmtîhan li Semsûrê bê kirin.

Her wisa hat hînbûn ew standa ku bo qeyda îmtîhana sîyerê hatibû dayîn jî ji teref polêsan ve hatiye rakirin. Berî niha jî li bajêre îmtîhana meala Qur’anê  hatibû astengkirin.

Vahdet-Dera ku endamê Platforma Evîndarê Pêxember e derbarê mijarê de daxuyanî da. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin divê demildest ji vê xeletîya ku hatiye kirin bê vegerîn û ji vê îmtîhana ku bo jiyana   Hz. Muhammed bê hînbûn tê kirin re destûr bê dayîn.

“Walîtî, ewlehî û perwerdehîya neteweyî bi sepanên ku li Semsûrê didin tetbîqkirin bi xelkê OHALê didin jiyandin”

Metna daxuyanîyê ji teref Serokê Vahdet-Derê Bîlal Demîr ve hat xwendin. Demîr di daxuyanîya ku xwendin de destnîşan kir ew OHALa ku hatibû derxistin ji teref Serokomar Erdogan ve hatibû destnîşankirin ku li dijî FETO hatiye derxistin  û dû re wiha got: “Walîtî, ewlehî û perwerdehîya neteweyî bi sepanên ku li Semsûrê didin tetbîqkirin bi xelkê OHALê didin jiyandin. Zehmetîyên ku em niha dikşînin me di dema ku FETO li sazîyan hakim bû de nedikşand. Encax niha li Semsûrê ji ber sepanên ku tên kirin em li rasta îdarevanên ku tu ferqa wan ji FETO tuneye tên.”

“Bo xeletîya ku hatiye kirin bê rastkirin em çûn sazîyên rayedar. Lê me ji xwe re tu muhatab nedît”

Demîr di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir berî niha jî ji îmtîhana meala Qur’anê re jî asteng hatibû derxistin û destûr nehatibû dayîn. Demîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Midûrê Perwerdehîya Neteweyî ji ser koma watssapê  tertîpnekirina îmtîhanê belav kiriye. Bo tertîpkirina îmtîhana sîyerê gotine ‘minasîb nehatîye dîtin.’ Gelo ev  yek nayê maneya ez vê îmtîhanê nadim kirin?  Bo xeletîya ku hatiye kirin bê rastkirin em çûn sazîyên rayedar. Lê me ji xwe re tu muhatab nedît. Me digel ku ji wan re gotibe protokola me ya ku me bi wezaretê re bo îmtîhanê îmza kiriye û destûr standiye heye dîsa jî ji me re gotin ku em ê destûrê nedin we. Her wisa polêsan wan standên me yên ku me bo qeydên îmtîhanê vekiribûn rakirin û tizanên xwe bi me kirin.Em wan astengîyên ku li hember xwendina jiyana Hz. Muhammed tên kirin şermezar dikin.”

“Ew xebatên ku me wê demê dikirin ji teref hakim û polêsên FETO ve wek ‘fealîyetên terorê’ dihatin nîşandan”

Demîr di dawîya daxuyanîyê de wan cezayên ku berî niha ji teref FETO ve bi kumpas û komployan ji 6 kesên Misliman re hatibûn dayîn di bîran xist bi van gotinan “ Di sala 2010an de ji teref FETO ve ji 6 birayên me yên ku endamên komeleya me ne re bi kumpas û komployan ceza hat dayîn. Ew xebatên ku me wê demê dikirin ji teref hakim û polêsên FETO ve wek ‘fealîyetên terorê’ dihatin nîşandan.” balan kişand li ser lîstikên ku doh û îro li hember Mislimanan hatine kirin.

Midûrê Perwerdehîya Neteweyî yê Semsûrê Mete Kizilkayayê ku me pê re derbarê mijarê de hevdîtin kir derbarê mijarê de diyar kir tu temsîlkarê Îkra-Dera ku qala wê tê kirin li Semsûrê tuneye û îmtîhan bi însîyatîfa walî hatiye îptalkirin.(ÎLKHA)












 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler