Ji Îttîhadê ji Zîrveya Derasayî ya Serokên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê re banga Qudsê

Ji Îttîhadê ji Zîrveya Derasayî ya Serokên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê re banga Qudsê

Îttîhadul Ulema ji Zîrveya Derasayî ya Serokên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ya ku wê roja çarşemê bê lidarxistin re bangewazî kir û got sîyonîstan ne wek dewletê wek çeteyê sîyonîst û îşxalker nas bikin.

Endamên heyeta rêveberiyê Yekîtîya Alim û Medreseyan (Îttîhadul Ulema) ya ku navenda wê li Diyarbekirê yê piştî ku Serokê Emerîkaya îşxalker Donald Trûmp qaşo Quds wek paytextê sîyonîstan nas kir û gotibû emê sefareta xwe neqlî Qudsê bikin bernameyek çepemenîyê lidarxist.  

Daxuyaniya çapemenîyê li avahîya Îttîhadul Ulemayê hat tertîpkirin. Serokê Giştî yê Yekîtîya Alim û Medreseyan (Îttîhadul Ulema) Mela Enver Kiliçarslan, endamên heyeta rêveberiyê Mehmet Alî Altûn, Mehmet Şîmşek û Mûhammed Ozer beşdarî daxuyanîya çapemenîyê bûn. Daxuyaniya çapemenîyê li ser navê Îttîhadul Ulemayê ji teref endamê heyeta rêveberiyê Mehmet Alî Altûn ve hat xwendin.    

Altûn, tepkîyên tund nîşanî biryara Emerîkaya emperyalîst ya ku qaşo Quds wek paytextê sîyonîstan dabû nîşan da û îfade kir ku  roja çarşemê dema Zîrveya Derasayî ya Serokên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê bê lidarxistin, lazim e derbarê sîyonîstan de ne wek dewletê; bereks divê temamê dewletên Îslamê sîyonîstan wek çeteyên terorîst îlan bikin.

Altûn tepkî nîşanî dirûmê da û got: “Lazim e  ji asta bilind tepkî bên nîşandan û gavên hewcê bên avêtin.”

Altûn destnîşan kir ku dema umet bi meselê xwe yên hundur meşxûl bin careke din sîyonîstan firset dîtîn û Quds wek “paytext” îlan kirin û got: “Ev sed sal e doza Qudsê dewam dike û her dem wek birîneke bi xwîn  di rojeve Alema Îslamê de ye. Her tim çeteyên terorîst di kemînan de ne û dema umet bi meselê xwe yên hundure meşxûl bûn carek din sîyonîstan haşa Quds wek paytext îlan kirin. Mixabin dîsa wek her car çeteyên terorîst bi piştevanîya şeytanê mezin Emerîka û Serokê Emerîka Trûmp bi eşkere piştevanî da îsraîl û hin qralên Ereban jî çavên xwe jê re girtin û sîyonîstan jî gavek wanî avêtin. Em dikarin veya eşkere bêjin li vir îtîfaqa xaçperest, sîyonîst û îxanetê heye.”        

“Divê di asta dewletan de gavên cîdî û hewce bên avêtin”

Altûn îfade kir ku lazim e tepkîyên li dijî vê qirarê ji asta dewletan gavên cidî û hewce bên  avêtin û got: “Li hember veya ji  Aleme Îslamê ji çar terefan çi bi zimanên fermî çi jî bi alîkariya Saziyên Sivîl yên Civakî û bi temamê gelan lazim e bi dengekî bilind tepkî hat nîşandan, çalakîyên protestoyan û mîtîng hatin lidarxistin û ji niha û pê de wê dewam bikin. Lê belê tenê protesto û çalakîyên bi bî awayî ma bes e? Bê guman ne bes e! Wê çaxê divê di asta dewletan de gavên cidî û di cî dê bên avêtin.”

Wek Yekîtîya Aliman û Medreseyan ji temamê xelkên Misliman, îdarevanên dewletan û nexasim ji bo zîrveya ku wê roja çarşemê li Stenbolê di Serokatiya Serokomar Erdogan de li Sitenbolê  kom  bibe re bang hat kirin û hat destnîşankirin lazim e di cî de van qirarana bigrin:  

1-Ji avakirina Teşkîlata Hevkarîya Îslamê dîsa êrîşek li dijî Qudsê bûbû wesîle. Disa bi heman wateyê hûn kom dibin. Serokê Emerîka Trûmp bi awakî kusteh biryareke ku Mislimanan eleqedar dike hetta ne tenê Mislimanan kesên nemisilman jî eleqedar dike da û em ê vê qirarê qethîyen qebûl nekin û em ê li hember vê biryara rezîl ber xwe bidin.

2- Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ji bo di platformên navneteweyî de bibe xwedî gotin û  rûmet ji bilî hêzên sîyasî û aborî lazim e hêzên wê yê leşkerî jî hebe.

3-Lazim e civîneke ku temamê Alema Îslamê lê bê temsîlkirin bê çêkirin; êdî ne biryarên ku Misliman jê bitirsin bê girtin; berkes lazim e êdî biryarênku  îsraîl û Emerîka jê bitirsin bên girtin. Lazim e heta Trûmp qerara qaşo Quds wek paytextê sîyonîstan naskirinê betal neke dewletên Misliman ne bi helên wan re, ne jî bi dewlata wan re mueyîdeyên sîyasî, îktîsadî û dîplomatîk bidin ser wan û Qudsê wek paytextê Fîlîstînê îlan bikin.

4-Lazime temamê lihevkirinên bi îsraîl û Emerîka re hatibin kirin çi tîcarî çi jî leşkerî lazime tev ji nûve bên şîrovekirin ya bên betal kirin an jî bên sekinandin.

5-Şebeka terorê îsraîl wek xencerekê ku li dilê alema îslamê ketiye ye, lazim e ew wek statuya dewletan bê naskirin divê wek çeteyên terorîs û îşxalker qebûl bikin û wê neke muxatab.

6-Hin dewleletên endamên Neteweyên Yekbûyî dibêjin bila li hevkirina du dewletî bê kirin, ev projeyek din a ji bo Fîlîstîn ji holê bê rakirin e. Lazim e ji kulmek axa Qudsê dahî hun tawîz nedin û hun Qudsê wek paytexta Fîlîstîn ya fermî nas bikin.”

7-Doza Fîlîstîn û Mescîdî Eqsa ji bo temamê Mislimana wek kelhedê ye, lazim e cirmên îsral û havalbendên wê kirine ji wan bên pirsîn. Wê çaxê lazime dewletên endamên Teşkîlata Hevkarîya Îslamê di serî de piştgirîyê bidin HAMAS û temamê komên ji bo Mescîdî Aqsa û Fîlîstînê micadele dikin û ji wan re destek bê dayîn û dorpêçkirina li ser Xezeyê demildest bê rakirin.

“Mîtînga bi navê ‘Em li Qudsê xwedî derdikevin” ya ku wê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin ji biçûkan hetanî mezinan em dixwazin gelê me tev beşdarî bibin”

Altûn di dawiya beyanatê de îfade kir ku lazime Alema Îslamê li hember vê qirarê bê deng nemîne û wisa got: “Tepkiyên li dijî vê qirara kustex a Trûmp  lazim e kêm nebe û berdewam bike. Di vî warî de çalakiyên li Tirkiye û welatên Îslamê yên din yên tên çêkirin piştgirîyê bidinê. Bi taybetî roja bazarê mîtînga ku wê ji teref torinên Selahaddînê Eyyûbî ve li Diyarbekirê bê lidarxistin em ji biçûkan hetanî mezinan em hemê gelê xwe dawetî mîtînga bi navê ‘em li Qudsê xwedî derdikevin’ dikin.

ÎLKHA






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.