Ji Kerwana Umûdê bo Yemenê bangewazî

Ji Kerwana Umûdê bo Yemenê bangewazî

Kerwana Umûdê ya Êlihê ji bo xelkê Yemenê yê ku ji ber şer û birçûbûnê jiyana xwe ji dest dide bangewazîya alîkarîyê kir.

Li Yemenê her ku diçe ji ber êrîşên Siûd ji ber ambargo û ji ber nexweşî û tunebûna ava paqij û xwarinê însan jiyana xwe ji dest didin. Kerwana Umûdê ya Êlihê ji bo xelkê Yemenê yê ku ji ber şer û birçûbûnê jiyana xwe ji dest dide bangewazîya alîkarîyê kir.

Serokê Kerwana Umûdê yê Êlihê Mihemed Elî Işik derbarê mijarê de duar kir li Yemenê qeyraneke mezin a însetîyê rû daye ku em bang li temamê xêrxwazan dikin û dû re ji bo xelkê Yemenê yê ku diçe ji ber êrîşên Siûd ji ber ambargo û ji ber nexweşî û tunebûna ava paqij û xwarinê însan jiyana xwe ji dest didin bangewazîya alîkarîyê kir.

Işik di berdewama axavtina xwe de diyar kir li Yemenê her roj zarok ji birçînan jiyana xwe ji dest didin û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Em wek Kerwana Umûdê wan alîkarîyên ku ji derveyî welêt û ji nava welêt ji teref xêrxwazan ve ji me re tên şandin di nav kesên mexdûr û muxtac de belav dikin. Niha li Yemenê qeyraneke mezin a însanetîyê heye. Her roj zarok û pîrek dimirin. Ev mirin an ji birçînan an jî ji ber nexweşîyan e. Li wê derê qeyraneke însanî heye, ji ber vê yekê em nikarin ji vê yekê re bêdeng bimînin.”

 “Em nikarin ji vê yekê re bêdeng û bêeleqe bimînin”

Işik di berdewama axavtina xwe de diyar kir dibê li hember qeyrana însanî ya li Yemenê bêdeng neyê mayîn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Him ji ber însanetîyê û him jî ji ber Mislimantîyê em nikarin ji rewşa li Yemenê re bêdeng bimînin. Em wek Kerwana Umûdê bang li temamê xêrxwazan dikin;  em ji rewşa însanî ya li Yemenê re bêdeng nemînin û em li birayên xwe yên Yemenî xwedî derkevin. Em bang dikin da ku kesên xêrxwaz bi alîkarîyên xwe ji Yemenê re bibin alîkar. Nexasim ji ber ku li wê derê xwarin nikare bê peydakirin zarok zeîf dibin û bi nexweşîyan dikevin û di netîcê de jiyana xwe ji dest didin. Em nikarin ji vê yekê re bêdeng bimînin.”

“Kesê ku cîranê wî birçî be û ew raze ne ji me ye”

Işik di dawîya axavtina xwe de diyar kir divê li xelkê Yemenê xwedî bê derketin û dû re weha dawî li axavtina xwe anî: “ Pêxemberê me dibêje ‘Kesê ku cîranê wî birçî be û ew raze ne ji me ye.’ Divê em guh bidin vê hedîsê û li birayên xwe yên Yemenî xwedî derkevin. Dîsa pêxemberê me dibêje ‘Bi qasî xurmayekê  be jî xwe ji êgir muhafeze bikin.’  Em ji xêrxwazan re bang dikin; werin em li Yemenê xwedî derkevin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.