Ji kupaya Kendavê re astenga Sûidî
Îttîfaka li hember Qatarê ya di serokatiya Sûidî dedest bi amadehiyan kir ku ji kupaya futbolê ya 2018an a welatên Kendavê vekişe.
Ji teref Federasyona Futbolê ya Qatarê ya ku dê di meha îlona sala 2018an de ji kupaya futbolê ya Welatên Kendavê re mazûvantiyê bike ve hat destnîşankirin hêj Erebistana Siûd, Bahreyn û Yekîtiya Mirnîşînên Ereban bersiv nedane vexwandina fermî.
Casim Errehmîhiyê sekreteryayê kupaya futbolê ya Welatên Kendavê ye derbarê mijarê de diyar kir: “Hêj Erebistana Siûd, Bahreyn û Yekîtiya Mirnîşînên Ereban bersiv nedane vexwandina fermî. Iraq, Yemen, Qatar, Umman û Kuweyt bersiveke erênî dan. Em dikarin musabakayan bi tîman tertîp bikin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.