Ji mehkûmên Hamayê yên ku ji bo Helebê serî hildan kirin re şantaj

Ji mehkûmên Hamayê yên ku ji bo Helebê serî hildan kirin re şantaj

Şam - Mehkûmên di Girtîgeha Hamayê ya ku di bin kontrola rejîma Esed de ye ji ber qetlîama Helebê serî hildan. Ji ber vî yekê mehkûm bi destdirêjiya kut ê li jinên wan were kirin hatin tehdîtkirin.

Li Girtîgeha Hamayê girtî ji bo ku şert û mercên girtîgehê û qetlîama ku li Helebê protesto bikin serî hildan. Rejîma Esed jî ji bo ku mehkûman bide kerrkirin wan bi tevawûzkirina jinên wan tehdît kirin.

Gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelî hatine bidestxistin girtiyên ku di Girtîgeha Hamayê ya ku di bin kontrola rejîma Esed de ye ji bo ku şert û mercên girtîgehê û qetlîama ku li Helebê tê kirin protesto bikin serî hildan. Mehkûmên ku girtîgehê têxistin bi kontrola xwe midûrê girtîgehê û hinek gardiyanan esîr girtin.  

Rêvebiriya girtîgehê ji bo ku vî serhildanê bişkîne mehkûman bi destdirêj û tecawûzkirina jin û dayîkên wan tehdît kirin.

Di qeyda dengê ya ku banga alîkirinê li hemî mislimanan hat kirin de wiha hat destnîşankirin: “Ya hûn hêsîran berdidin an jî dê em dest dirêjê dayîk, pîrek û xûşkên we bikin.” Her wiha di qeyda dengê de ji teref girtiyan ve wiha anons tê kirin: “Pîrekên me ji malên me tînin û li ber çavên me dest dirêjê wan dikin û em jî nikarin tu tiştekî bikin.”

Di derbarê vî yekî de Nûnerê Rihayê ÎHHya Şaxa ÎHHyê Behçet Atîla diyar kir ku ev yek rast e. Ji ber vî yekê Atîla bang li hemî Mislimanan kir. Atîla belav kir ji bo ku ev yek were rawestandin divê ku her Misliman di derbarê vî yekê de hesas bibe. Her wiha Atîla diyar kir ji bo ku rejîma Esed dev ji vî yekê berde divê raya giştî dest bibe ber xwe. (ÎLKHA)



 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler