Ji Mislimanên Ugandayî re alîkarîya goştê sor hat kirin

Ji Mislimanên Ugandayî re alîkarîya goştê sor hat kirin

Weqfa Yetîman di bergeha “Projeya Nezir û Eqîqeyê” de ji xelkê Mislimanû xwendekaran dewar da serjêkirin.

Xebatên alîkarîyê yên Weqfa Yetîman li Ugandayê bênavber berdewam dikin. Weqf vêcarê li Uganda di bergeha “Projeya Nezir û Eqîqeyê” de ji xelkê Misliman  û xwendekaran dewar da serjêkirin.

Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman  Fîkrî Karavîl derbarê alîkarîya ku hat kirin de balan kişand li ser problem û zehmetîyên ku Misliman li Ugandayê dikşînin û banga alîkarîyê kir.

“Bi serjêkirina dewarê bes pêdivîya wan a goştê sor a çend rojan hat tedarikkirin”

Karavîl di nirxandina ku kir de destnîşan kir xwendekarên Misliman ên ku li Ugandayê dijîn her roj xwarineke ji ardê garisan tê çêkirin û jê re tê lepe tê gotin dixwin. Karavîl dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di Mektebên Mislimanan a Kamûlîya li Kampalayê de tev de 830 xwendekarên Mislaman perwerdehîyê dibînin. Ev mekteb ji wan mektebên Mislimanan ên li Kampalayê bes mektebek e. Me qurbanên xwe bo xwendekaran serjê kir. Xweda xêra kesên xêrxwaz  qebûl bike û ji wan razî be. Her wisa ji bilî mektebê li çend cihên din me eqîqe û nezirên ku xêrxwazên me şandibûn da serjêkirin. Ne ji van alîkarîyan be hema hema qet goştê sor nikarin bixwin. Lewra di bin şert û mercên nebaş de hewl didin debara xwe bikin. Her roj xwarineke ji ardê garisan tê çêkirin û jê re tê lepe tê gotin dixwin. Bi wesîleya serjêkirina dewaran qet nebe ew ê çend rojan goştên sor karibin bixwin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler