1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji nûçegihanê ku polêsê ji FETO hatiye girtin kire xeber re doz hat vekirin
Ji nûçegihanê ku polêsê ji FETO hatiye girtin kire xeber re doz hat vekirin

Ji nûçegihanê ku polêsê ji FETO hatiye girtin kire xeber re doz hat vekirin

Derheqê nûçegihanê ku derbarê amîrê polêsan ê ku ji FETO hatiye girtin û serokê şaredarîyê yên ku hewil didan şeva darbê Birecûkîyên ku xwe berdabûn kolanan belav bikin de xeber amade kirde doz hat vekirin.

A+A-

Di 15ê Tîrmehê de li Birecûka Rihayê xelk xwe berda kolanan, lê belê wê şevê Serokê Şaredarîyê Mehmet Faruk Pınarbaşı û Amîrê Buroya Micedeleya Bi Terorê re yê Midûrtîya Ewlehîya Navçê yê Birecûkê Erdal Akyurek dgel hev hewil dan xelkê ku daketiye kolanan belav bikin û ji ber vê yekê bûyer derketin. Nûçegihanê ÎLKHAyê Bahattîn Coşkunkan jî derbarê van bûyeran de xeberek amade kir. Ji nûçegihanê ku bûyerên wê şevê derketine kiriye xeber re doz hat vekirin.

Dîmenên wê şevê yên ku derketin holê derxis holê ku planeke din a FETO derxistibû holê. Wê şeva darbê Akyurekê ku megafonê hilgirt destê xwe gotibû ‘komekî terorîstan a ku ji 200 kesan pêk tê’ ji sînora Sûrîyê ketine Tirkîyê û îstîxbarata vê yekê ji wan re hatiye dayîn û Akyurek bi helwesta xwe hewil da kesên ku li dijî teşebûsa darbê xwe berdabûn kolanan belav bike. Lê belê digel vê bangê xelk ji kolanan venekişîya û xirecir derket. Nûçegihanê ÎLKHAyê Bahattîn Coşkunkan jî derbarê van bûyeran de xeberek amade kir û haya raya giştî ji van bûyeran pê xistibû.

Komeke ku ji çêkirina nûçê aciz bû û tê diyarkirin kesên di nav komê de naskirîyê Pinarbaşiyê Serokê Şaredarîya Birecûkê bûn nûçegihan Coşkun darb kirin û polêsan jî ew binçavkirin û pê re miameleya sûcdaran lê kirin.

Ew îstîxbarata êrîşê ya ku hatibû îddîakirin ji teref walîtîyê ve nehatibû teyîtkirin û Walîtîya Rihayê derbarê mijarê de daxuyanî dabû raya giştî.

 Walîtî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kiribû ku daxwaza ji kolanan vekişînê ji teref wan ve nehatiye kirin û ev yek ji teref Serokê Şaredarîyê Mehmet Faruk Pınarbaşı û rayedarên Midûrtîya Ewlehîya Navçê yê Birecûkê ve hatiye kirin.

Derbarê mijarê de ji teref parêzerê nûçegihan Bahattîn Coşkunkan ve daxuyanîyek hat belavkirin. Parêzer Abdulganî Orhan di daxuyanîya ku belav kir qala neheqî û behiqûqîyên ku hatine kirin û balan kişand li ser miamaleya ku li nûçegihan Bahattîn Coşkun.

Parêzer Orhan di berdewama axavtina xwe de diyar kir îddîaname li ser gilîyê Akyurekê ku ji FETO hatiye girtin û Serokê Şaredarîyê Pinarbaşi  hatiye amadekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Serokê Şaredarîyê nûçegihanê ku ji teref polêsan ve hat binçavkirin xiste jêpirsînê. Her wisa ww  polêsê muştekî yê ku wê şevê xelkê belav kir ji FETO hatiye girtin û haya hakim bi xwe jî ji vê yekê tuneye. Dosya hema çawa li hev hatibe wisa hatiye amadekirin. Nûçegihanê ku mexdûr e hat kirin  bersûc û wek sûcdar hat tewanbarkirin.”(ÎLKHA)








 

Bu haber toplam 523 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.