Ji Parlamenterê HUDA PARê Demîr ji daxuyanîya wekîlê CHPê ku gotibû “1400 sal e” zilm tê kirin re bertek

Ji Parlamenterê HUDA PARê Demîr ji daxuyanîya wekîlê CHPê ku gotibû “1400 sal e” zilm tê kirin re bertek

Sekreterê Giştî û Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr di Sazîya Giştî yê Meclîsê de destûr xwest û îfade kir ku CHP, ji roja ewil heta îro sîyaseta xwe li ser êrîşkirina ji nirxên Misilmanan re dimeşîne û sîyasetê ewakî dibîne.

Daxuyanîyên hedefgirtina Misilmanan û Îslamê yên Umut Akdoganê CHPyî ku di kursîya Meclîsê de gotibû bû sedema bertekan.

Akdogan, di axavtina xwe de weha got, “Ey zalim no, hûn dixwazin walî bin an jî hakim bin; hûn ev dinyaya derew beredayî dicûn. Hûn 1400 sal e vêya dikin. Dema ku we Nesîm post kir vêya kir. Dema ku we Hallac-ê Mansûr daleqand, dema ku we serê Kubîlay jê kir vê tiştê kir.”

Ev gotinên Akdogan di Meclîsê de ji teref hinek wekîlan ve bû sedema bertekan, Sekreterê Giştî û Parlamenterê HUDA PARê Şahzade Demîr jî ji cîhê xwe ji bona ku biaxive destûrê xwest û ji Akdogan re bersivê da.

Demîr di axavtina xwe de weha got, “Mirovekî ku îddîa dike ew wekîlê xelkê vê welatê ku ji sedî 99ê wan Misilman in e û di kursîya vê Meclîsa xelkê de diaxive û ji dînê Îslamê re û ji Misilmanên ku ev bû 1400 sal e hatine û yên ku îro sax in re heqaretê dike, tu heq, desthilatîyekî û heddekî wî yê ku van heqaretan bike tineye. Ji ber vê yekê divê ev wekîlê ku em qala wî dikin ji vê kursîyê ji hemû Misilmanan efûya xwe bixwaze. Ger ku neke jî divê ev Meclîs îro nexebite. Sîyaset tiştekî cuda ye, ji kursîyê heqaretkirina ji bawerî û nirxan re tiştekî cudatir e. CHP, ji roja ewil heta niha sîyasetê wek êrîşkirina ji nirxên Misilmanan re dibîne. Ez bang li CHPê dikim ku bila dev ji vê sîyaseta xwe berde û Sazîya Giştî bi rêz silav dikim.”

Piştî axavtina Demîr Wekîlê Serokê Komê yê CHPê Gokhan Gunaydın jî ji bo axavtinê destûr xwest û axavtinek kir. Li ser axavtina Gunaydin Demîr, ji ber ku devavêtina ji wan re çêbûye dîsa destûr xwest û weha got:

“Dîsa li ser partîya me îftîrayek û reşîyek heye. Wekîlê Serokê Komê yê CHPê, sîyasetê, wek ji wan kesên ku wek wan nafikirin re hednîşandanê dibîne. Em îftîrayan navêjin; li vê derê li ber çavê 85 milyon însanan ji Îslamê re heqaret hat kirin, yê ku ez dixwazim balan li ser bikşînim ev e. Ji îro şûnda jî kî ji çand, nirx û bawerîya civaka me re êrîşê bike bi îzna Xwedê ew ê li hemberê xwe HUDA PARê bibînin, lazim e ku CHP jî hînê vêya bibe. Ez gelek teşekûr dikim, Sazîya Giştî bi rêz silav dikim.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.