Ji Platforma Evîndarên Pêxember peyama Qendîla Beratê

Ji Platforma Evîndarên Pêxember peyama Qendîla Beratê

DİYARBEKİR - Platforma Evîndarên Pêxember bi wesîla şeva Qendîla Beratê ya ku dê îşev were derkkirin peyamek nivîska hat weşandin.

Bi minasebeta şeva Qendîla Beratê ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve di derhaqê vî şeva pîroz de peyamekî nivîskî hat weşandin.

Di peyamê de hat belavkirin îşev diayên ku dê werin kirin, minaceatê ku dê were kirin û her wiha hêstirên ku dê werin rijandin bibe wesîla xilasbûna Mislimanan. Dûvre peyam wiha hat domandin: “Îşev şeva Beratê ye, şeva efû û mexfîretê ye. Wek misliman divê ku em vî şevê wek firset derbas bikin. Wek alema Îslamê  em di dewrekî zor de ne. Her roj xwîna Mislimanan dirije. Ew hêstirên ku dê îşev werin rijandin deriyên qelban ên ku dê vebin ji bo Mislimanan bibe wesîla xilasiyê.”

Dûvre peyam wiha hat domandin: “Em ji bîr ve nekin ku îşev ji bo Misliman û ji bo me efû, mexfîret û xilasî ye. Bi taybet ji bo ku Misliman ji vî bohran û pirsgirêkê xilas bibin em dua bikin. Îşev em zêdetir dûa bikin. Ji bo jiyan û îbadeta me em lava li Xweda bikin.”

Di dawiya peyamê de wiha hat ragihandin: “Ji bo ku Misliman dijî zilmê bibin yek vicûd, wehdet, biratî û piştgirî were tesîskirin her tim bi taybet îşev em di şeva Qendîla Beratê dua bikin. Bi minasebeta vî yekê ev şev bibe wesîla efûya me, wehdet û biratiya alema Îslamê û textên zalim û zordestan ser û bin bibe.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.