Ji Platforma Nesla Qur’anê tewsiye û şîretên meha Remezanê

Ji Platforma Nesla Qur’anê tewsiye û şîretên meha Remezanê

Platforma Nesla Qur’anê ji ber minasebeta meha Remezanê daxuyaniyeke ku tê de tewsiye û şîret hebûn belav kir.

Di bernameya ku ji teref Mehmet Emîn Sutçu û Kenan Çaplikê Koordînatorên Platforma Nesla Qur’anê ve bi çapemeniyê hat parvekirin de ji bo meha Remezanê ev şîret û tewsiye hatin kirin.

Tewsiyeyên ku wek ferdî divê werin tetbîqkirin:

1-Rojane herî kêm divê cuzek ji Qur’anê were xwendin, heke mumkûn be divê li camiyê bi muqabele, ne mumkûn be bi malbatê re muqabele, ew jî ne mumkûn be divê wek ferdî ji bo xwendinê hewl bê dayin.

2-Di nava meha Remezanê de divê kitêbên îlmîhal, fikh û siyerê werin xwendin

3-Heta ku mumkûn be divê nimêj li camiyê bi cemaetî, ne mumkûn be jî divê bi malbata xwe re bi cemaetî nimêj werin eda kirin.

4-Nimêjên terawîha jî divê li camiya herî nêz û bi cemaetî were kirin.

5-Divê nimêjên şevê (şevnimêjk) bibe tebîet û xîret bê dayin da ku piştî Remezanê jî biberdewamî were kirin.

6-Hemû kesên zikat li ser wan wacib e divê muheqeq vê wezîfeya xwe bînin cîh.

7-Hewceye birayên me dost û eqrebeyên xwe, kesên pê re ‘eleqe dikin, kesên nêz, naskiriyên xwe, extyar, nexweş û însanên salih ziyaret bikin.

8-Li gor îmkan û derfetên maddî xwarina fitariyê dikare werin dayin.

9-Wekî ku herkes dikare li mala xwe jî xwarina fitariyê deynin, ê li nêzîkî hev in jî dikarin di warê mesref û mijûlê de bi hevkarî li cîhekî musaîd xwarinên fitariyê bidin.

10-Piştî fitariyê bi şiklekî rêkûpêk di bergeha programekî de (heke mumkûn be) dikarin sohbet bidin û piştî sohbetê jî bi xwendina ‘eşayê re tevde herin camiyê.

11-Di nava meha Remezanê tevekî de, xussûsen jî di 10 rojên dawînde em tewsiyeya ketina îtîkâfê tewsiye dikin.

12-Ji we her birayekî me divê xîret bikin ku bi distûra "emrî bîl ma'rûf nehy-î anîl munker" û bi îdraq û şiûra ku di meha Remezanê de berdêla xêr û xêratan zêde zêde tê bilind kirin, ji yê nêzî xwe û pê de wezîfeya xwe a teblîxvaniyê îfa bikin.

Tewsiyeyên ku wek malbatî divê werin tetbîq kirin

1-Xussûsen di meha Remezanê de em li dê û bavan tewsiye dikin ku dersa îlmîhalê bidin zarokan. Heke berî niha ev ders stendibin jî wê bibe dûbare û tekrarek gelekî bi xêr û feyde.

2-Heke mumkûn be divê kitêbeke biçûk ya siyerê wek ders bê dayin were xwendin.

3-Ji bo eda kirina nimêja bi cemaetî divê hewl û xîret bê dayin.

4-Divê ferdên malbatê ji bo nimêja şevê werin teşwîq kirin.

5-Heke di camî û mizgeftê de ne mumkûn be, hewceye li malê bi malbata xwe re bi şiklê muqabelê herî kêm cuzek Qur’an wer e xwendin.

6-Divê zarok û ciwan ji bo xwendina Qur’anê werin teşwîq kirin. Kesên bi tecwîdê nizanin jî hewceye vê kêmasiya xwe di Remezanê de temam bikin.

7-Di deh rojên fer yê dawîn ê Remezanê de, hewceye bi umîd û hêviya leqayî hatina şeva Leyletul Qedrê, bi îbadet û zikrê were îhya kirin.

8-Hewceye ku di seranserê meha Remezanê de –xussûsen- di her 5 wextên nimêjê de, roja Înê di nimêja xutbê de, di şeva Leyletul Qedrê û di şevên ku tê de li Leyletul Qedrê tê gerîn divê ji bo Muslimanên dinyayê dûa werin kirin.(ÎLKHA)






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler