Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Eyda Remezanê

Ji Rêberê Cemaeta Hîzbullah peyama Eyda Remezanê

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîb Gumuş ji ber minasebeta Eyda Remezanê peyam weşand, Gumuş di peyama ku weşand de diyar kir îttîhad, yekîtî û digelheviya Mislimanan ji bo bihêzkirina têkliyên biratiyê yên di nav Mislimanan deçareya dawî ye.

Rêberê Cemaeta Hîzbullah Edîb Gumuş ji ber minasebeta Eyda Remezanê peyam weşand, Gumuş di peyama ku weşand de him Eyda Remezanê ya Mislimanan pîroz kir û him jî îqaz û şîretên muhîm kir.

Gumuş di peyama ku weşand de diyar kir “Em xeletiya tu welatî qebûl nakin û li hember rastiya tu welatî jî nasekinin.Divê em helwesta xwe ya li hember wan komên ku mutedîl hereket nakin bi şikleke baş diyar bikin û pêwîst e di her halî de em wê prensîba xwe ya bingehîn a biratiya Îslamê mihafeze bikin. Ji fikr û sepanên wan rêxistin û  tevgerên ku ji xwe dibêjin em Îslamî ne, lê ji Îslamîbûnê dûr in divê em birayên xwe mihafeze bikin.”

Peyama ku hat welandinbi 101emîn Ayeta Sûreta Alî Îmranê “Hûn gişt xwe bi benê Xweda ve bigrin û ji hev perçe nebin. Qenciya Xwedê ya li ser we di bîr bînin. Dema hûn ji hev re dijmin bûn, vêca hogirî xiste navbera dilê we, îcar hûn bi qenciya Wî ji hev re bûbûn bira.Hûn li ser keviya dojehê bûn, Xweda hûn jê xelas kirin. Her wiha Xweda ayetên xwe ji we diyar dike da ku hûn hidayet bibin.” dest pê kir.

“Em xeletiya tu welatî qebûl nakin û li hember rastiya tu welatî jî nasekinin”

Gumuş di berdewama peyama xwe de balan kişand li ser hewesta wan a li dijî xeletî û diristiyê û got ‘Em xeletiya tu welatî qebûl nakin û li hember rastiya tu welatî jî nasekinin’ Gumuş dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Em digel xwîn û hêstirên çavan ên ku li cografyaya Îslamê dirijin derbasî meha selamet û rizgariyê  bûn. Ew Remezana Şerîf a ku bi îbadetên mîna nimêj, rojî, Qur’an, zikir û teseddûqê hat îhyakirin înşallah ji bo wezîfeya me ya evditiyê bûbe destpêkek.Rewşa elemnak û kovandar a ummetê  û nexasim herema ku wek Rojhilata Navîn tê binavkirin ji teref we ve tê zanîn. Ew projeyên ku emperyalîst qet hewce nabînin veşerin û bi şikleke eşkere tetbîq dikin cografyaya Îslamê tarûmar dikin. Ew helwest û kiryarên ku ji teref hareket û rêxistinên mulhîd kirine û ew şerên  hareketên ku mutedîl hereket nakin qet bi dawî nabin , birêveberên cografyaya ummetê berjewendiya xwe beriya ya Îslamê girtin û ji bo îdareya xwe mihafeze bikin bi hêzên emperyalîst re ew lihevkirina veşartî û vekirî kirin ku ev yek dibin sedema rijandina xwîna Mislimanan, dibin sedema talankirina malan û dibin sedema qirêjkirina namûsan.  Digel van tiştan ji Îslamê dûrbûna Mislimanan û dejenerebûna wan, normalbûna jiyana di nav gunahan de; ew xalên ku divê Misliman hûr û kur li ser wan bifikirin e.Rebbê me ji me re nedîtina ev qas tiştên ku diqewim herem kiriye. Dermanê van tiştan îttîhad, yekîtî û digelheviya Mislimanan e.  Naxwe divê em wê îxtîlaf, gengeşî û berberiya di navbera welatên Misliman de baş binirxînin û baş bixwînin. Em xeletiya tu welatî qebûl nakin û li hember rastiya tu welatî jî nasekinin.”

“Ji fikr û sepanên wan rêxistin û  tevgerên ku ji xwe dibêjin em Îslamî ne, lê ji Îslamîbûnê dûr in divê em birayên xwe mihafeze bikin”

Gumuş di berdewama peyama xwe de diyar kir divê ji fikrê wan komên ku ji xwe re dibêjin Îslamî ne lê di rastiya xwe de ne wisa ne dûr bê sekinîn û dû re wiha got: “Divê em helwesta xwe ya li hember wan komên ku mutedîl hereket nakin bi şikleke baş diyar bikin û pêwîst e di her halî de em wê prensîba xwe ya bingehîn a biratiya Îslamê mihafeze bikin. Ji fikr û sepanên wan rêxistin û  tevgerên ku ji xwe dibêjin em Îslamî ne, lê ji Îslamîbûnê dûr in divê em birayên xwe mihafeze bikin. Lê belê divê em vê yekê bi helwesteke dijminane nekin û divê ev yek ji me re bibe prensîb.Divê em digel pîrek û zilam, xort û ciwanan li ber wan fealiyetên dejenerekirin û xerakirinê bigrin û divê em hewildana îzaleya wan bikin. Ji bo ku em karibin van tiştan bi şikleke herî baş bikin; divê em xebatên xwe di nav rê û rêbazên xwe de birêkûpêktir û di nav bernameyekê de birêve bibin.Divê em bihêztir û biîstîqrartir bin. Divê em xwe ji temamê gotin û hereketên ku dê zirarê bidin hêz û qeweta me mihafeze bikin. Beqaya xizmeta ji bo Îslamê elbet bi perwerdekirina nesleke salih û ciwan mimkun e. Ew birayên me yên ku dê perwerdehiyê bidin wan; divê bi xwendin, amela salih, fedakarî, teslîmiyet, pêkve xebitîn û ne bi derxistina mişkîleyan bi çareserkirina mişkîleyan hereket bikin û divê bibin tîmsal.  Ger ev tîmsalbûn bê pêşkêşkirin ew ê nesla nû bi izna Xwedê,  wan xebatên Îslamî biveguhezîne cih û warê pêwsît.

“Bila xort navbera xwe û Xwedê bi qewet bigrin, bi tefekur bixwînin, bila hewil bidin fêm bikin û bijîn, bila gelek zêde haya xwe ji xwe bikin da ku tevlî haram û gunahan nebin”

Gumuş di peyama ku weşan de di derheqê xortan de nirxandinan kir û wiha tewsiyeyan li xort û ciwanan kir: “ Tiştê ku dikeve para birayên me ciwan; bila navbera xwe û Xwedê bi qewet bigrin, bi tefekurê bixwînin, bila hewil bidin fêm bikin û bijîn, bila gelek zêde haya xwe ji xwe bikin da ku tevlî haram û gunahan nebin. Digel vê yekê  divê xwe ji wan nîqaşên bêfeyde yên birayên xwe nexasim yên di nava heman rêxistinê de mihafeze bikin. Divê kafir, zalim û munafik baş bên naskirin û divê leystik û planên wan baş bê dîtin û divê bi vê şiûrê  di çarçoveya Îslamî de micadele û xizmet bê domandin.”

“Divê rêxistin û hereketên Îslamî bi şûira wehdeta hereket bikin”

Di berdewama peyamê de hat diyarkirin ew ji pêvajoyeke bi hesas derbas dibin û dû re wiha hat gotin: “Em israr dikin; çareyeke me tenê heye ew jî îttîhad û wehdet e. Ji bo vê yekê divê pêşî ew birêveberên Misliman ên ku hesasiyeta wan ên Îslamî hene û şexsiyet û rêxistin ji vê yekê re pêşîvantiyê bikin. Dema ku vê yekê kirin jî divê bi samîmiyet û îxlasê hereket bikin û nekevin nava hisabên cuda. Xweda ji wan tiştên ku em dikin haydar e. Ew hemû tiştî dizane û dibîne.Divê rêxistin û hereketên Îslamî bi şûira wehdeta hereket bikin. Nexasim divê em haya xwe ji gotinên ku dê em ê li hember Mislimanan bi hesas bibêjin bikin. Ger kesekî din zimaneke ku dê bibê dijmintiyê bikar bîne jî divê em wê zimanê bi kar neyênin. Divê em bi şikleke Îslamî û adil li temamê meseleyan binêrin. Di vê heyama ku tê de pêdiviya Mislimanan herî zêde ji hev re heye divê em mihafeza xwe ji wan gotin û hereketên ku dê bibin sedema îxtîlafan. Divê em qet ji bîr nekin ku em wek Muminan pêdiviya me ji hev re heye.  Ger feydeya me ya fiilî ji hev re nebe jî qet nebe divê em di xiyaba birayê xwe yê Misliman de dia bikin.”

Di dawiya peyamê de eyda temamê Misliman hat pîrozkirin û wiha dawî li peyamê hat anîn: “Ez bi van temennî û diayan Eyda Remezanê yê temamê alema Îslam, xeseten ên malbatên şehîd, girtî, muhacir û yên temaê birayên xwe yên ku ji bo ilayi kelîmetullah dixebitin tebrîk dikim û  ez ji Xweda niyaz dikim ev eyda Remezanê bibe wesîleya qebûlbûna diayên me.Emanetî Xwedê bin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler