Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ji Heniyê re sersaxî hat dayîn

Ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ji Heniyê re sersaxî hat dayîn

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bo şehîdên kur û neviyên Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Heniyê peyama sersaxiyê weşand.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da ji bo şehîdên kur û neviyên Serokê Buroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Heniyê peyama sersaxiyê weşand.

Yapicioglu di peyama xwe de weha got:

“Înna lîllahî û îna îlahî raciûn. Ji birayê xwe yê hêja Îsmaîl Heniyeyê ku 3 kur û 3 neviyên wî di êrîşa ku ji teref siyonîstên terorîst ve li Xezzeyê hat kirin de şehîd ketin û ji hemû birayên xwe yên Filistînî re sebrê dixwazim.

Xwedê şehadeta hemû şehîdên me pîroz bike, cihê wan cennetê bide wan û mertebeya bilind bide wan. Bê şik ew mêrxas in ku di rêya Xweda de canê xwe feda kirine.

Qehremanên ku ji fedakirina pîrozên xwe û canê xwe dudilî nebin, zû yan dereng wê bigihêjin serketinê. Ev tenê meseleya wextê ye.

Xwedê wan rojan nêzîk bike û wesîleya ku em damarê qirika zaliman jê bikin û zilmê ji holê rakin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.