Ji Serokê Nehdayê Tûnisê Xennûşî re 3 sal cezaya hefsê hat dayîn

Ji Serokê Nehdayê Tûnisê Xennûşî re 3 sal cezaya hefsê hat dayîn

Serokê Nehdayê Raşîd El Xennûşîyê 82 salî, bi îddîaya fînansmana derve ji teref dadgehê ve jê re 3 sal cezaya hefsê hat dayîn.

Li gorî xebera ku di Ajansa Nûçeya Fermî yê Tûnisê (TAP) de derbas dibe, derheqê Xennûşî û zavê wî Refîq Evdisselam ku Wezîrê berê yê Karên Derve ye de ji bona ku bi lez bê tetbîqkirin 3 sal cezaya hefsê hat dayîn.

Hat desntîşankirin ku Xennûşî û zavê wî bi îddîaya “ji derva fon û xizmetê standine” hatin sûcdarkirin.

Xennûşî berê jî di 15ê Gulana sala 2023yan de, ji ber ku ji polêsan re gotîye “leşkerên taxût” ji wî re doz hatibû vekirin û ceza girtibû.

Xennûşîyê ku ji 17ê Nîsana sala 2023yan vir ve hatibû binçavkirin, ji wê rojê heta îro di girtîgehê de tê girtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.