
Ji teref sîyonîsta îşxalkirina temamê Xezzeyê re biryara erê hat dayîn: Plana koçkirina bi zorê ket merîyetê
Kabîneya rejima îşxalker a sîyonîst, ji plana êrîşkirina ku di nav xwe de îşxalkirina Xezzeyê û koçkirina gel a ji başûr re jî heye re biryara erê da.
Kabîneya herbê ya rejima sîyonîst, plan dike ku di êvara 5ê Gulanê de dest bi îşxalkirina temamê Xezzeyê bike, gelê herêmê koçê başûr bikin û alîkarîyên ku têne şandin jî ji hinek herêman re tenê bêne şandin, ev plan bi dengdayînê hat qebûlkirin.
Bi vêya tê plankirin ku par bi par Xezze bê îşxalkirin û gel ji başûr re mecbur bê hiştin ku koç bikin.
Serokwezîrê terorîst ê qaşo rejima îşxalker, destnîşan kir ku ew ê ev êrîş ji yên dinê cudatir bibe û îfade kir, “Vê carê em ê tenê êrîş bikin û dernekevin, em ê îşxal bikin û li wê derê bimînin.”
Tê destnîşankirin ku ew ê êrîş bi çend merhaleyan pêk were û dibe ku bi mehan bidome. Plan ew ê piştî zîyareta Donal Trump a ji Rojhilata Navîn re bê kirin şûnve bikeve merîyetê, heta wê çaxê jî hemû leşkerên êdek ji wezîfeyê re bêne anîtin.
Wezîrê Darayî ya sîyonîst Bezalel Smotrich, îfade kir ku ew ê Xezze bi temamî bê îşxalkirin û herêm bibe cîhê cihûyîyan. “Divê em Xezzeyê îşxal bikin û li wê derê bimînin, êdî kein û derketin tineye. Ev herbekî zeferê ye. Divê êdî em ji peyva ‘îşxalê’ netirsin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.