Ji tesdîqkirina îdama Rahman Nîzamî re bertek didomin

Ji tesdîqkirina îdama Rahman Nîzamî re bertek didomin

ÊLIH - Platforma Bawerî û Fikrê ya Êlihê tesdîqkirina îdamkirina Serokê Cemaeta Îslamî Rehman Nîzamî şermezar kir.

Her weke ku tê zanîn li Bangledaşê ji teref Dadgeha Bilind a ku di kontrola hikûmeta Hasînayê de ye ve qerara îdamkirina Serokê Cemaeta Îslamî Rehman Nîzamî hat tesdîqkirin.Ji ber vê yekê Berdevkê Platforma Bawerî û Fikrê ya Êlihê Lokman Ozkan ji vê tesdîqkirina qerar îdamkirinê re bertek nîşan da û vê tesdîqkirinê şermezar kir.

Ozkan di daxuyaniya ku di derbarê mijarê da de diyar kir tesdîqkirina vê qerarê zordarî ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hikûmeta Bangledeşê ji bona Cemaeta Îslamî tasfîye bike bi şikleke aşkere sûca mirovatîyê dike.Em vê îdamê û hikûmeta Bangledeşê bi tundî prostesto dikin.Çawa ku aktoren derbeya potmodern a 28ê Sibatê  bi talîmatên sîyonîst û emparyalîstan tevdigeran bi heman awayî Hikumeta Bangledeşê jî b i heman awayî tevdigere.”

“Em lenetê ji xwediyê van destên qirêj re tînin”

Ozkan di berdewama axavtina xwe de diyar kir li dijî qadroya îdarî ya Cemaeta Îslamî hereketa tinekirinê hatiye destpêkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li dûv van zilmên ku tên kirin ABD, AB û Îsraîl heye. Em van kesên ku li pey li van zilman in tevan tel’în dikin.Em dizanin ku ew welatên Îslamî yên ku ji wan înfazên neheq ên ku berî niha hatin kirin re dengê xwe dernexistin bi ABD,AB û Îsraîlê re di nava hevkariyê de ne.Em cardin vê qerara îdamkirinê  protesto dikin her wiha lenetê lê tînin.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.