Ji Tirkîye û Îranê qerara “operasyona hevpar”

Ji Tirkîye û Îranê qerara “operasyona hevpar”

Alîkarê Wezîrê Karên Naxweyî Dr. Huseyîn Zulfîkarî destnîşan kir cihên ku lê pêwîst hat dîtin Tirkîye û Îran dikarin operasyonên hevpar bikin.

Civîna Sêyemîn a Koma Xebata Hevpar a ku di navbera Tirkîyê û Îranê de tê kirin li Tahranê bi beşdarbûna Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê Muhterem Înce û Alîkarê Wezîrê Karên Naxweyî Dr. Huseyîn Zulfîkarî hat tertîpkirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de Muhterem Înceyê Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê destnîşan kir  di warê pêwendîyên di navbera her du welatan de geşedanên baş pêk tên ku ji ber vê yekê dostên her du welatan kêfxweş û dijminên wan jî aciz dibin.

Alîkarê Wezîrê Karên Naxweyî Dr. Huseyîn Zulfîkarî jî di hevdîtinê de destnîşan kir pêwîst e di navbera Tirkîye û Îranê de di warê îsrîxbaretê de hevkarîya heyî bê zêdetirkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Cihên ku lê pêwîst hat dîtin Tirkîye û Îran dikarin operasyonên hevpar bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.