Ji Walîtîya Tokatê daxuyanîya Evîrma windayî

Ji Walîtîya Tokatê daxuyanîya Evîrma windayî

Walîtîya Tokatê îfade kir ku ji bo Evrîm Atişa 3 salî ya ku ji 10ê Tîrmehê û pê de winda bûye bê dîtin temamê xebatên lêgerînê hatine seferberkirin.

Walîtîya Tokatê derbarê xebetên lêgerîna Evrîm Atişa 3 salî ya ku di 10ê Tîrmehê de li gundê Yenîsûya navçeya Tûrhalê winda bûbû daxuyanî da. 

Di daxuyanîya ji teref Walîtîyê ve hat dayîn de hat îfadekirin ku Evrîma biçûk di 10ê Tîrmehê saet 08.30 de winda bûye û di heman rojê de saet di 13.41ê de li xeta cendermeyan ya 156 gerîyane û agahî dane cendermeyan.

Di daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyan, “Piştî xeber hat girtin demildest Fermandarîya Cendermeyên Navçeya Tûrhanê întîkalî deverê kir û Serdozgerîya Komere ya Tûrhanê jî dest danî ser bûyerê. Dû tîmên cedermeyan yên ji 10 kesan pêk tên çûn deverê. Paşê tîmekî din jî beşdarî xebatên lêgerînê bûn û bi vî awayî 3 tîmê komando, ji Midûrîya Bajêr ya AFADê 10, kûçikê şopê, qemeraya drone û ji welatîyan 50 kes beşdarî xebatên lêgerînê bûn. Di heman rojê de ji Enqerê ekîbên JAKê yên lêgerîn û rizgarkirinê û kuçikê şopê Kadavra jî hat xwestin.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hê jî li deverê, 2 tîmê Cendermeyan yê ji 10 kesan pêk tê , 2 tîmên ji 24 komando pêk tên, ji JAKê tîmek, 6 personelê UMKE, 12 personelê AFAD, kuçikê şopê Kadavra, dronek, û ji welatîyan ekîbek qelabalix beşdarî ekîbên lêgerînê bûn. Di berdewama daxuyanîyê de cîh hat dayîn van agahîyan: “Bi ekîba taybet a hatîye damezrandin bûyer bi heman hêlên wê tê vekolînkirin û ji bo Evrîm Atişa biçûk bê dîtin temamê îmkanan  hatine seferberkirin. Heta Evrîm Atiş bê dîtin xebatên lêgerînê dê bê navber dewam bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler