Ji Weqfa Evîndarên Pêxember daweta bernameya Mewlida Nebî

Ji Weqfa Evîndarên Pêxember daweta bernameya Mewlida Nebî

Komîteya tertîbê bernameya Mewlida Nebî ya Evîndarên Pêxember, dawetî bernameya Mewlida Nebî yê ku bi mijara “Rêberê Cîhadê Hezretî Muhemmed” di 28ê Nîsanê roja Şemîyê seet 13.30an de li qada mîtîngê ya Parka Nevrûza Diyarbekirê bê sazkirin kir.

Weqfa Evîndarên Pêxember çalakiya Mewlûda Nebî ya ku her sal tê tertîb kirin îsal jî di 28ê Nîsanê roja Şemîyê seet 13.30an de li qada mîtîngê ya Parka Nevrûza Diyarbekirê saz dike.

Daxuyaniya di heqê dawet kirina bernameyê de Menaf Adiyamanê Serokê Komîteya Tertîba Mewlida Nebî ya Evîndarên Pêxember xwend.

Adiyamanê ku bi ayeta, “Pêxemberê Xweda de ji bo we; ji bo yên ku hêviya pêrgihatina Xweda û roja axretê dikin û Xweda gelekî zikir dikin, minakeke rind e!” dest pê kir, di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Gelê me yên bi rûmet ên Evîndarên Pêxember! Em careke din ketin meha Nîsanê ku bi wiladeta Pêxemberê me bûye îqlima rehmetê. Dema ku meha Nîsanê tê; atmosfêra hawirdor dikeve nava aramîyê, bi wiladeta Wî îqlimeke pevgîhanê tê dijîn. Em jî weke Evîndarên Pêxember; bi heyecan û kelecana Mewlida Nebî ya ku her sal kevneşopî çêdikin, dijîn.”

“Mijara çalakiya me ya Mewlîda Nebî wekî 'Rêberê Cîhadê Hezretî Muhemmed' hat diyarkirin”

Adiyaman bi bîr xist ku wek Weqfa Evîndarên Pêxember her sal di meha Nîsanê de li gelek navendan bi mebesta bibîranîn û fehmkirina Resulê Ekrem bernameyên Mewlida Nebî saz dikin. Di berdewama daxuyaniyê de Adiyaman got ku, "Çalakiya Mewlîda Nebî di bin siya jenosîd, komkujî û xemgîniya li Xezzeyê de tê lidarxistin. Xwedê bi navê xwe yê Qehhar lenet li zalimên ku berpirsyarê vê jenosîdin bike."

Adiyaman werê dewam kir, “Ev rewş careke din tîne bîra me ku em çiqasî hewcedarê fehmkirina Hz. Muhemmed eleyhîsselamin. Dawiya vê jenosîd, komkujî û qêrîna tal a ku em tê de ne, rizgarî û selameta ummetê û yekîtî û hevgirtina ummetê encax bi têgihîştina Resûlê Ekrem, xwendin û tetbîq kirina sîret û sunneta wî çêbibe. Ji ber wê Mijara çalakiya me ya Mewlîda Nebî yê îsal wekî 'Rêberê Cîhadê Hezretî Muhemmed' hat diyarkirin.”

“Em gelê xwe yên Evîndarên Pêxember dawetî çalakiya ku li qada Newrozê bê lidarxistin dikin”

Adiyaman li ser armanc û daxwazên xwe wiha got: "Tiştê bê kirin, gere Mewlida Nebî di atmosfereke biharê de bê pîrozkirin, hevjîn, dost û xizm bên vexwendin û di heman demê de heta roja mewlûdê selewat bên kişandin. Di heman demê de em vê mehê ji bo xatirê wîladeta Pêxemberê xwe wekî meha şeref û bereketê bizanin û werê fam bikin.”

Adiyamanê ku hemû gelê Amedê dawetî çalakiyê dike ev tişt jî anî ziman:

“Hemû serlêdanên pêwîst ên derbarê çalakiya Mewlida Nebî ya ku li ser Rêberê Cîhadê Hezretî Muhammed e, bi endamên komîteya me ya amadekar re hatine kirin. Di vê çarçoveyê de em ê çalakiya xwe 28ê Nîsanê roja Yekşemê seet 13.30an li Qada Mitînga Newrozê ya Amedê li dar bixin. Bi vê wesîleyê em gelê xwe yên hêja ku Evîndarên Pêxemberin dawetî çalakiya ku dê 28ê Nîsanê roja Yekşemê saet 13.30an li Qada Newrozê bi mebesta bîranîna Pêxemberê me Muhemmed aleyhîsselam dikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.