Ji Yapicioglû derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng

Ji Yapicioglû derbarê rojevê de daxuyaniyên girîng

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû, beşdarê bernameya televîzyonekê bû û derbarê rojevê de daxuyanîyên girîng da.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû li Stenbolê beşdarî bernameya Fatîn Dagistanli ya di Akît Tv de bû û derbarê bûyerên 6-8ê Cotmehê û qetilkirina Yasîn Boru û hevalên wî, derbarê kongreyên HUDA PARê yên li giştîyê Tirkîye dewam dike, di sîyaseta Tirkîye de HUDA PAR, biryara Teşkîlata Hevkarîya Îslamê ya di warê Qudsê de îtîfaqa AK Partî û MHPê, operasyonên li dijî FETO û mexdûrîyetên dewam dikin yên 28ê Sibatê de daxuyanîyên girîng da.

“Ev ezîyetê dide me”

Yapicioglû, derbarê encambûna dozên darizandinên qatilê Yasîn Boru û hevalên wî bû û îfade kir ku hin kesên dihat darizandin hatin cezakirin û wiha axifî: “Heger ez desthilatdar bûbam minê ev tev derxistana holê û kesên berpisyar tev ceza bikira.”

Yapicioglû derbarê êrşên 6-8ê Cotmehê de jî axifî û destnîşan kir ku kesên êrîşker berda kolanan û yên ji van êrîşan re bûn temaşevan nehatîye darizandin û wiha got: “Ev ezîyetê dide me, dilê raya giştî jî diêşîne û ev biryaranan wîjdanê raya giştî rehet nekirî ye.”

“Kî xeletîyê bikin emê wan rexne bikin”

Yapicioglû îfade kir ku HUDA PAR xwedyê sîyasetek aveker e û wiha got: “Dema em xeletîyên mixalefetê rexne dikin hin kes ji me re dibêjin; hun partîyek mixalefetek çawaye, dema îxtîdar hebe hûn mixalefetê rexne dikin?”

Yapicioglû wiha bersiv da û got: “Em jî dibêjin, kî xeletîyan bikin emê wan rexne bikin. Kî dibe bila bibe dema civakê eleqedar bike û xeletî tê de hebe emê rexne bikin. Dema îxtîdar jî rastîyê bike emê wan destek bikin û dema partîyek din anjî mixalefet jî tiştên rast bikin emê piştgiriyê bidin wan.”

“Divê însan tirsa bê ‘ecep zarokê min wê sag salîm vegere malî’ nekşîn e”

Yapiciglû di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku wezîfeyên dewletê yek jê jî emnîyeta mal û canên welatîya mihafeze bike û wiha got: “Lazim e wek zeman ê bombe diteqîya û welatî ditirsîyan bê ecêp zarokên min wê evarê bi saxî were malê divê êdî gel wê tirsê nekşîne.”

“Xwedayê teala temamê Mislimanan ji hev re kirîye bira”

Yapicioglû diyar kir ku Xwedayê teala ji bo însana hinek hidûd daniye û wiha got: “Xwedayê teala însan bi şiklekî herî xweşik afirandîye. Bê wê çawa tevbigere jî hînî wan kirîye. Temamê Momîn jî wek bira îlan kirîye. Însan rê û rêbaza Xweda diguherîne. Kesên tiştê Xweda ji wan teqeîr kirîye pê nayê ser û çav bera heqê hin kesên din dike an jî ji heqê xwe zêdetir tiştan dixwaz e. Ji vêya pisgirêkan derdixe û bi hev dikevin.”

“Înşakirina sîyasetek li ser qewmekî an li ser mezhebekî li gor me ne rast e”

Yapicoglû destnîşan kir ku HUDA PAR xîtabê giştîyê umetê dike û got: “Em ji serî de vê yeke dibêjin. Înşakirina li ser mezhebekî an li ser qewmekî li gor me ne sîyasetek ras û dirust e.”

Yapicioglû di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Pirsgirêka îro umet têde ya herî mezin neyekîtîya me ye. Nerazîbûna me ya ji hev e. Ji ber ku me fikra yekîtîya umetê xist xewan jî ji ber ku me ev bi qasî hewce nehanî rojevê em îro di vî halî de ne.”

“Di sîyaseta Tirkîye de valahîya sîyaseta mixalefetê heya”

Yapicioglî îfade kir ku HUDA PAR ji xwe re Îslam kirîye rê û rêbaz û gotinên xwe jî li gor vê yekê dibêje û got: “Li Tirkîye valahîya sîyaseta mixalefetê heye. Ma AK Partî, partîya umetê ye? Daxwaz, îdîa û talebek wê heye? Ez vê nizanim. Meriv veya ji wan bipirsin wê çêtir be. Lê belê ji ber ku hin kes di hinek wara de wek we difikir e ew qasa bi temamî girtîye fikrek bi vî awayî ne rast e. Çima ne rast e? Ez bawerdikim ku li Tirkîye valahîya mixalefetek sîyasî heye. Bi taybetî di warê mixalefeta Îslamî de valahîyek mezin heye.”

“Paytextê wê ne Rojhelatê Qudsê, paytextê Dewleta Fîlîstîn Quds e”

Yapicioglû biryar Teşkîlata Hevkarîya Îslamê jî nirxand û îfade kir ku em di vî warî de biryara Serokomar Recep Tayîp Erdogan em girîng dibîne.

Yapicioglû îfade kir ku dema Serokomar dest bi axaftinê kir got Dewleta ‘Quds paytextê wê’ lê belê dema ev gotin hat nivîsandin hat gotin Dewleta“Paytextê wê Qudsa Rojhelat..!” û wiha got: “Me ev got. Ey Umeta Îslamê! Heger hun Fîlîstîna paytextê wê Qudsa Rojhelelate qebûl bikin sîyonîstê temamê Qudsê ji we bistîne.Paytextê wê ne Rojhelatê Qudsê, paytextê Deleta Fîlîstîn Quds e. Sîyonîst li wir ne Dewlete. Divê qethîyen ev nê qebûlkirin. Lazim e tu dewletên Îslamê şebeka terorê wek ‘dewlet ê’ nas neke. Divê bi sîyonîstan re tu têkiliyên dewletî nekin. Wek HUDA PARê nerîn û fikra me ev e.”

“Di hilbijartina de daxwz a îtîfaqê were emê binirxîne bi hêjaye an na”

Yapicioglû, îtîfaqa MHPê eşkere kir û ya jê re dibê je “Îtîfaqa Millî” jî nirxand û got: “Ev îtîfaqa mîlî çîye? Dema dibêjim milet em gelê Îbrahîm fêhm dikin. Fêmkirina me ya ji gel ev e. “Miletê Îslamê” ye. Lê belê hin kes nijadekê an miletî tenê bidin pêşiyê û bibêjin Mîlî Îtîfaq ev ne li gor fikr û ramana me ye. Heta niha di vî warî de tu daxwazê îtîfaqê ji me re nehatîye. Dema teklîyek wisa were em li vê daxwazê binerin. Heger daxwazek hêja be emê bi vê daxwazê binirxînin û li gor wê biryarê bidin.”

“Naskirina îsraîl wek dewletê ne caîz e”

Yapicioglû di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku îsraîl şebeka terorê ye. Naskirina wê wek dewletê an têkiliyên bi çeteyên sîyonîst re ne caîz e û wiha got: “Ev di sîyasetê de ne diruste. Bi şerî jî ne diruste. Heger hûn îsraîl wek ‘dewlet’ê nas bikin wek hûn bi mar re têkevin nav nivîn a. Çima? Lewra bawerîya sîyonîzmê eve; xwe wek qûlê Sweda yên bijarte dibînin. Dibêjin Xwedayê teala temamê Însanên din ji bo ji wan re xizmetê bike çêkirî ye.”

“Temamê îxtîdaran jê fêde dîtin”

Yapicioglû derbarê rêxistina FETOy de jî axifî û destnîşan kir ku ji bo têkevin qedroyê dewletê ji sîyasetê fêde dîtîn û got: “Lewra xwe ji sîya xwe mestir dît û xweş analîz kirin. Kî nêzî îxtîdarên bûn got ‘ezê piştgirîya we bikim’ bi vî şiklî ji îxtîdarê fêde dîtin. Kes nikare înkar bike ji temamê îxtîdaran fêde tîtîye.”

“Qirkirinên zêde hatin kirin”

Yapicioglû di dawîya axaftina xwe de îfade kir ku mijara vî memleketî ya esil 28ê Sibatê ye lewra di warê 60 gumanbarî de ji teref sewcîtîyê ve hepsa muebet tê xwestin û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Bel 28ê Sibatê derbeye. Kesên ev derbeya çêkirin lazim e tev bê cezakirin. Belê belkî xwîn nerijîya lê belê hikumet hat qelibandin. Belê belkî xwîn nehat rifandin lê belê tenê hikumet jî nehat qelibandin, feqet kesên digotin Rebbê min Xwedaye an di tîlya wan de gulîska zîv hebana ji artêşê hatin avêtin, ji saziyên dewletê tev hatin qewirandin. Xwendekarên zanîngehan ji zanîngehên xwe hatin qweirandin. Bi rastî qirkirinek zêde hat kirin. (ÎLKHA)

 






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.