Ji Yapicioglu peyama Qendîla Beratê

Ji Yapicioglu peyama Qendîla Beratê

ENQERE - Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di derbarê Qendîla Beratê ya ku dê îşev were derkkirin de peyamek nivîskî weşand.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu bi wesîla Qendîla Beratê ya ku dê îşev were derkkirin peyamek weşand. Yapicioglu di peyamê de daxwaz kir ku ev qendîl ji alema înseniyet û bi taybet ji alema Îslamê re bibe wesîla xilasiyê.

Yapicioglu di peyamê de wiha diyar kir: “Hemd ji Xwedê Teala re ku me carek din jî gihand 3 mehên ku rehma Xweda di van mehan de wekê taviyê baranê dibare û Xweda her derê bi rehm û bereketa xwe xemilandiye. Ez Qendîla Beratê ya alema Îslamê tebrîk dikim û daxwaz dikim ku ev qendîl ji alema înseniyetê re bi taybet ji alema Îslamê re bibe wesîla xilasiyê.”

Yapicioglu di domahiya peyamê de wiha destnîşan kir: “Di qerna herî dawî de Ummet bi bela û musîbetan tê îmtîhankirin û wek Ummet erdnîgara Îslamê têketiye nav agirê tefrîqeyê. Em ji Xweda hêvîdar in ku besîret û şecaet nasîbê Ummetê bike da ku bi şiklekî baş li pirsgirêkan binêrin.”             

Yapicioglu di dawiya peyamê de wiha belav kir: “Di vî dewra ku di nabeyna Ummetê de îxtilaf, çevnebarî, hilweşana madî û manewî heye de rewşa Ummet ya hezinandî di holê de ye. Îstîsmar, îşqal, kavilkirin, xwîn û hêstir qet nasekine. Divê ku em bizanibin ev Qendîla Beratê ji teref Xweda ve ji Ummetê re wek kês, firset û îkram hatiye dayîn. Xwedê Teala vî şeva pîroz û mibarek ji Misliman û însaniyetê re bike wesîla xêrê.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.