Ji Yapicioğlûbo karkerên ku di hezazê de jiyana xwe ji destda bûn peyama taziyê

Ji Yapicioğlûbo karkerên ku di hezazê de jiyana xwe ji destda bûn peyama taziyê

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioğlû ji bo karkerên ku li Şirnexê di kana komirê bi sedem hezazê jiyana xwe ji destdabûn peyama taziyê weşand.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioğlû ji bo 7 karkerên ku li Şirnexê di kana komirê de bi sedem hezazê jiyana xwe ji destdabûn peyama taziyê weşand, Yapicioglu di peyama ku weşand de ji bo malbat û hezkiriyên karkeran sersaxî xwest.

Yapicioğlû diyar kir ku: “Bisedem vê qezaya bikeder carek din encamên pirsgirêkan rasterast an nerasterast derdikeve holê û tên rojevê. Ev salên dirêj in li vî memleketî pirsgirêka xizanî û feqîriyê nayê çareserkirin û pirsgirêka herî girîng jî ev e. Ev pirsgirêk bi xwe re pirsgirêkên din jî derdixin holê. Ji ber xizanî û neheqiya dabeşa dahatê, gelê me ji mecbûrî dibin şert û mercên nedestdayî de dixebitin. Ji ber tedbîrên ewlehiyê yên kar nayên girtin her sal bi hezaran karkerên me jiyana xwe ji dest didin û hin jî bi daîmî seqet dimînin.”      

Yapicioğlû destnîşan kir ku ji kargehên bê ruxset re birîna cezaya pereyan  vê pirsgirêkê çareser nake û weha li axaftina xwe zêde kir: “Pîştî qeza diqewime û însan jiyana xwe wenda dikin cizayê îdarî didin kargehên bê ruxset. Lê ev tu pirsgirêk çareser nekir.  Ji van qezeyan ders nehat girtin,  tedbîrên nû jî nehatin girtin. Tiştên ku lazime bê kirin ewe ku di wextê wê de kontrol bê kirin û îmkan û derfetên nû bên çêkirin da ku mecbûrî cîyê wanî nemînin û lazime polîtîkayên ji bo aboriyek baş bên çêkirin.”        

Yapicioğlû di dawiya peyama xwe de cî da van agahiyan: “Em dizanin ev pirsgirêk bi salan heye, çareserkirina wan  ewqas nerehet e, lê belê em bawar dikin ku ji bo demildest ev pirsgirak werine çareserkirin sibe bi xwe jî dereng e. Ez hêvî dikim ku desthilatên îro wê ji bo çareserkirina vê mijarê  gavan bavêjin û ez ji bo birayên xwe yên birîndar bûne dibêjim Xwedê şîfa jê re bişîne û kesen wefat kirine re jî  Xwedê rehma xwe li wan  bike û her wiha ji bo malbata wan jî sersaxiyê dixwazim.” (ÎLKHA)      

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler