1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji Yetîm-Dera Ewrûpa bo Yemenê banga alîkarîya bi lez
Ji Yetîm-Dera Ewrûpa bo Yemenê banga alîkarîya bi lez

Ji Yetîm-Dera Ewrûpa bo Yemenê banga alîkarîya bi lez

Yetîm-Dera Ewrûpayê bo Yemena ku lê însan ji ber êrîşên Siûd, ambargo, birçîbûn û nexweşîyan însan dimirin, kampanya alîkarîya bi lez da destpêkirin.

A+A-

Li Yemena ku lê qeyrana însanî heye, ji ber şerê navxweyî û êrîşên asimanî yên ku ji teref hêzên koalîsyonê ya ku Siûd jê re pêşîvantîyê dike ve tên kirin her ku diçe rewş girantir dibe. Lewra ji ber ku alîkarîyên însanî nikarin bi şikleke kamil bên kirin, ji ber ku nexweşî zêde ne û ji ber ku ava paqij nikare bê peydakirin rewş û encam girantir û xirabtir dibe.

Yetîm-Dera Ewrûpa ya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye û navenda wê li Almanyayê ye xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne. Yetîm-Dera Ewrûpa vêcarê jî bo Yemena ku lê însan ji ber êrîşên Siûd, ambargo, birçîbûn û nexweşîyan însan dimirin, kampanya alîkarîya bi lez da destpêkirin.

Huseyîn Ateşê Arîkarê Serokê Giştî yê Yetîm-Dera Ewrûpa di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşan kir ji bo li Yemenê pêşîya wan mirinên ku ji ber birçîbûnê bê girtin Yetîm-Dera Ewrûpayê temamê derfetên xwe seferber kiriye û ew ê wan alîkarîya kesên xêrxwaz ên ku ji wan re bê kirin dê bigihijinîn xelkê Yemenê ku bo belavkirina van alîkarîyan ew temamê hazirîyên xwe temam kirin.

Ateş di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir kesên xêrxwaz ên ku dixwazin ji gelê Yemenê re bibin alîakr dikarin ji ser malpera www.avrupayetimder.com ê, ji ser hisaba bankê DE16 6835 0048 0001 0931 78 , BIC SKLODE66XXX ê an jî ji ser nimreya telefonê ya bi nimreya 0049 157 73 97 5818an alîkarîyên xwe bibexşînin.

Koordînatorê Rewşa Acîl û Alîkarîya Însanî yê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock derbarê rewşa xeternak a li Yemenê de diyar kiribû “ Niha Yemen bi xetereyeke mezin û bi lez a xelayê re rûbirû mane.  Ew xelayê ku li Yemenê heye, heta niha tu carî nehatiye dîtin. Li gor daneyên meha Îlonê ya Neteweyên Yekbûyî li herêmê 11 milyon bi xeterê re rûbirû mane ku ev hejmar xelet ; di encama nirxandin û lêkolînên nû yên ku hatin kirin de, hat tespîtkirin ev hejmar zêde zêde ye. Li gorî nirxandin û lêkolîna nû ya ku ji teref me ve hat kirin, hat tespîtkirin ku hejmara wan kesên ku jiyana xwe bi alîkarîyên ku ji derve tên hewl didin bidomînin ne 11 milyon, 14 milyon e ku ev hejmar jî nîvê nifûsê ye.Di encama xebatên nêzî 4 salan li herêmê hat kirin de, derket holê, bi  milyonan kesên Yemenî ji ber birçîbûn, xela, kolera û ji ber nexweşîyên mîna van  zeîf û ketine û perîşan bûne.”

ÎLKHA

Bu haber toplam 1043 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.