1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Ji zimanên şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-4
Ji zimanên şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-4

Ji zimanên şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-4

Di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehêde tev de 249 kes canê xwe ji dest dabûn û2 hezar û 196 kes jî birîndar bûbûn. Digel kesên ku canê xwe wê şevê feda kirine bi heman awayî kesên ku xwîna wan herikiye û xazî bûne jî balan dikşînin li ser xwe.

A+A-

Ji ser teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya ku bi piştevaniya Amerîka ji teref FETO ve hat kirin tam salek derbas bû. Di teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê ya di sala 2016an de tev de 248 kes canê xwe ji dest dabûn û  2 hezar û 196 kes jî birîndar bûbûn. Digel kesên ku canê xwe wê şevê feda kirine bi heman awayî kesên ku xwîna wan herikiye û xazî bûne jî bi çîrokên xwe yên jiyanê derketin  pêş. Êş û elemên wê rojê wek îro hêj di hişan de ye.

Şahidên wê şevê yên ku hinek ji wan ewladên xwe hinek ji wan birayên xwe û hinek ji wan jî naskiriyên xwe yên din feda kirin  hêj qala wê rojê dikin. Yek ji van Emîn Oguz Ayhanogluyê ku him ew bi xwe birîndar bûye û him jî kekê xwe yê bi navê Onur Ensar Aynaoglu şehîd daye û  Safiyê Bayata diya 2 zarokan e.

Emîn Oguz Ayanogluya ku ew bi xwe li ser Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê birîndar bû di derheqê kekê xwe  Onur Ensar Ayanoglu de diyar kir  ew  gelek zêde şehadetê teleb dikir, lê ev yek jê re bûye nesîb.

Ayanoglu di axavtina xwe de diyar kir  kekê wê wê şevê şehîd bûye û wiha got: “  Kekê min wê şevê şehîd bû û ez jî xazî bûm.  Hemd ji Xweda re ev şanazî ji bo me hemiyan bes e.  Ev welêt bi xatirê xatiran ên şehîdan li ser piyan dimîne. Ji ber vê yekê emm  bi şanaz in, bextewar in û qet ne poşman in. Em hemû dizanin ew şev şeveke çi qas xaîn û alçaq e. Ew ne teşebûsa darbê ya îşxalê bû. Ev milletê ezîz ji wê teşebûsa îşxalê re bû mani’ û ji teşebûsa darbê re destûr neda. Vê micadeleya ku me daye tu millet nikare bike. Ev cezaret bi tu kesî re tuneye. Me bi vî awayî wan xaîn û alçaqên di nav xwe de jî dît. Înşallaj em ji bê pê ve bi hêztir  bin û li cihên baştir bin.”

“Min tenê ji bo şehadetê li kekê xwe dihesûdî”

Ayanoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir  ew xemgîne ku şehadet nebûye nesîbê wê jî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Weke wê şevê em bi lez û bez ji bo şehîdîbûnê çûn. Me bi rastî jî gelek zêde dixwast. Xwezî ji me re jî bûbenesîb. Min tenê ji bo şehadetê li kekê xwe dihesûdî.Şehadet jê re bû nesîb, lê ji me re nebû nesîb. Em her tim li ba hev bûn. Wê şevê em li ba hev bûn û em bi hev re birîndar bûn. Ji kekê min re bû nesîb, lê ji min re nebû. Ev yek ne isyan e, hemd ji Xweda re ku em jî bûne xazî.”

Safiya Bayata diya 2 zarokan a ku di 15ê Tîrmehê de li ser pirê dema ku diçû hewara birîndaran ve bi berikên darbekeran birîndar bû diyar kir eskerên darbeker wê şevê kesên ku dihatin  alîkariya birîndaran de jî berik direşandin. Bayata ku hest û ramanên xwe yên wê şevê anî zimên diyar kir ew tu carî wan tiştên ku di şeva teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê de qewimîne ji bîr nakin.

“Ji tanqê di ser min de berikan reşandin”

Bayat di berdewama axavtina xwe de diyar wê di şeva teşebûsa darbê de temamê haziriyên xwe kiriye, rahiştiye tizbî û Qur’ana xwe û xwe berdaye meydanan. Bayat dû re wiah li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku ez bi rexê pirê ve çûm min îtfaîyek dît ku gelek esker di nav de bûn. Min tiştek jê fam nekir. Hinekî din ez pêşve çûm polêsan min sekinand û ji min re gotin ku  li pêş xetere heye. Min  ji wan re got ku ez ê pêşve biçim. Dema ku ez pêşve çûm min alê dît û ez bi cesaret bûm. Xortên wê derê ji min re gotin pêşve neçe ew ê li  serê te de guleyan berdin.  Lê min bi ya wan nekir û ez pêş ve çûm. Lê dema ku min wê xêza diyarkirî derbas kir ji tanqê di ser min de berikan reşandin.”

 “Ji bona min digotin ‘ Serdarê me, ma em wê bikujin”

Bayat qala serpêhatiyên xwe yên wê şevê yên li ser pirê kir û diyar kir  dema ku wê li rasta  kesên bi rutbe heye û ji wan re xeletiya wan gotiye ew kesên bi rutbe li ber guhê wê de berikek teqandiye.  Ew qelbên ku ji Xweda baer dikin û jê re teslîm bûne qet ji tiştekî natirsin, tenê tiştê ku jê ditirsin Xweda ye. Di wê demê de tu tişt di eqlên we de tuneye, ne malbat, ne zarok û ne jî mêr.  Tu tişt di eqlê we de  tuney. Tenê doza we, piyên we yên ku li ser heqiyê ne, qelbê we ya ku dixwaze şahidiyê bike û hûn hene. Piştî ku ev tişt qewimîn re min ji eskerê bi rutbe re got ku ez ji te natirsim, ger dixwazî bi min de berdî, ez pişta xwe bidim te bi min de berde. Lê dîsa jî min girt û bi vir ve û bi wir ve bir û anî. Êdî min fêm kir ku ev xaîn pir zalim in û min demekê xwest ku ez paş ve vekişim. Lê dîsa min xwest ez wan îqaz bikim, dibe ku hinek ji wan derketibana û jê re bêîtaatî kiribana û di serê wî zalimî de berdabana. Ez di nava van fikaran de bûm û ji paşve deng zêde bû. Çiqas ez diaxivîm  ji min re digotin ‘em wê bigrin hundir yan em wê bikujin.’

 “Ji eskerên bi rutbe re got ‘diyên we ji bo vê rojê aniye dinyayê”

Bayat diyar kir eskerên darbeker çendîn caran di pey wê de gule reşandine, lê qet berik lê neketine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Min ji eskerê bi rutbe yê herî dawî re got ku tu pir zalim î û tu hewil didî wan jî bikî zalim.  Pir zêde bi min de xeyîdî û berê xwe da wan eskerên bi rutbe û ji wan re got ‘diyên we ji bo vê rojê aniye dinyayê.’ Min pişta xwe da wan û wî fermana bernana guleyan da wan. Eskerên darbeker çendîn caran di pey min de gule reşandine, lê qet berik li min neketin. Ger we îman anîbe û ger hûn teslîmî Xweda bûbûb, Xweda serê we li ber zaliman natewîne. Lewra qelbên ku bawerî anîbin ji polayê qewîtir in.”

 “Wan kesên ku destên xwe rakiribûn û hewil didan ji birîndaran re bibin alîkar jî dixistin”

Bayata ku qala birîndarbûna xwe kir diyar kir dema ku ew kiriye herê alîkariya pîrekek birîndar berik îsabetî kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ev yek ji bo min şerefeke mezin e. Çawa ew kesên ku dixwastin bimrin bi heman awayî min jî xwest ku ji bo xweha xwe canê xwe bidim. Min negot ez birîndar bûm. Min got ez ji we rica dikim biçin hewara xweha min, lê xweha min  li ber çavên min jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku cihê ku em lê bûn di hedefa berikan de bû tu kes nikaribû were rahije birîndaran. Min bi xwe jî di wir de mam û gelek xwîn ji bedena min herikî. Wan kesên ku destên xwe rakiribûn û hewil didan ji birîndaran re bibin alîkar jî dixistin. Dû re bi şiklekê min ji wir rahiştin û min birin nexweşxanê. Min nêzî 18 rojan li xestê tedawî dît û hêj berdewam dike.”

Bayat di dawiya axavtina xwe de diyar ew ji bo doza heq derketina derve û bila canê wan di vê oxirê de feda bibe.(ÎLKHA)




















 

Bu haber toplam 369 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.