Ji zimanên şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-5

Ji zimanên şahidan berxwedana 15ê Tîrmehê-5

Şahidên qetlîama teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehêbi qalkirina wê şevê êş û elema tiştên ku di 15ê Tîrmehê de qewimîne cardin didin jiyanadan.

Wahîde Şefkatlîoglu û zilamê wê digel hev xwe berdan meydanan û hewil dan li dijî teşebûda darbeya 15ê Tîrmehê bisekinin. Di wê şevê de Wahîde Şefkatlîoflu wê şevê ji piyê xw ebû , lewra tanka darbekeran ji ser piyê wê re derbas bû û mêrê wê din paletên tankan de jiyana xwe ji dest da.

Şefkatlîoglu di roportaja ku da ÎLKHAyê de diyar kir  roja darbê mêrê wê bi destûr bû û wiha li axavtina xwe zêde kir: “

“Ez diçim şehîd bibim”

Em li malê bûn û mêrê malê boyax dikir. Ez çûm ku razim, nîv seat an seatek derbas nebûbû ku qîza min a biçûk hat û got ‘xaltiya min digere.’min telefonê vekir û ji min re got ‘xwehê darbe çêbûye, ma haya te jê heye?’  Çawa ku darbe ez rabûm ser piyan û min dest bi giriyê kir. Hema Sûrî hat eqlê min. Min wan tiştên ku li Sûriyê diqewimin û îşkenceyên ku li însanan tên kirin anî bîra xwe. Hema ez çûm hundir û min televîzyonê vekir, lê tiştek di televîzyonê de tunebû. Dû re min gazî lawê kir, lawê min li qenalan nihêrt, di yekî ji wan de derbas dibû ku fermandarek hatiye  rehîn giritn. Min ji mêrê xwe got ez derdikevim derve. Wî ji min re got ‘bisekine, tu derê kû. Tu li malê be, ez û lawik biçin.’ Min qebûl nekir û min rahişte pardesuya xwe. Di wê kêliyê de di televîzyonê de Serokkomar Erdogan hebû û bang li temamê xelkê dikir da ku xwe berdin kolanan.  Piştî wê yekê ez, lawê min û bavê wî em tev de bim kelegirî derketin derve. Dû re em çûn rexê çarrahê ve. Min bi telefonê temamê naskiriyên xwe geriya. Min ji wan re got, derkevin derve, welat ji dest diçe. Dû re em çûn bi rêxê qada teqandina berikan ve çûn. Di rê de em rasta dost û cîranên xwe hatin. Cîraneke min ji min pirs kir çima tu ew qas dilezînî? Min jî jê re got ku, ez ê biçim şehîd bibim.

 “Mirin heye veger tuneye”

Şefkatlîoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir dema ku ji wan re hat gotin divê em ber bi balafirgehê ve biçin wan jî berê xwe dane wî rexî ve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me dest bi meşê kir, hetta zilamê min ji min re got biçe malê. Min jî jê re got mirin heye, veger tunye. Dû re em ber bi Taxa Bîrlîkê ve meşiyan. Du rê derketin pêşiya me, Rebbê me berê me da cihê ku dê lê hewadîs derkeve. Em nêzî 15-20 deqîqeyan meşiyan. Dû re gotin berikan direşînin. Zilamê min ji min re got ku’ Xwe ji jor ve bi qeveze.’  Ez jî ji bo ku bi kîlo bûm, min jê re got tu xwe biqeveze, ez ê jî dê ji bînî ve werim. Ew der ew qas qelebalix bû ku tiştek nedihat xuyakirin. Mêrê min xwe ji ser bariyerê qevazt û min jî ji bin bariyê piyê xwe dirêj kir. Em di wî halî de bûn ku tank ji ser me ve çû.”

 “Cihê tiştê ku ji Rebbê min  tê li ser serê mi heye, ez qet gazinan nakim”

Şefkatlîogluya ku wan demên di bin tankê de mayînê bi van gotinan ‘Min got ya Allah! Û çavên min hatin girtin. Lê dengê her tiştî dihat min, hişê min  li serê min bû’ dianî zimên  dû re wiha got: “Min germahiyê hîs kir. Xortek digot xwişkê xelas bikin. Wan gotiye em wê bi ambûlasê bibin, lê sax be wî xortê me gotiye ‘ Em li benda ambûlansê nesekinin, em wê bixin wesayîtê û wê bibin nexweşxanê.’  Min kirin wesayîtê, min hîs dikir ku piyê min  diheje. Dû re min nav, paşnav û nimreya xwe da wan. Doxtoran narkoz dan min û ez nêzî mehekê di lênerîna giran de mam. Dema ku min çavên xwe vekir ewil min pirsa zilamê xwe kir. Ji min re gotin ku rewşa zilamê te girantir e û ew nikare biaxive, lê tu dikarî. Dû re ji min re gotin ku ew ê piyê te bê jêkirin.  Çend rojan hewildane da ku piyê min neyê jêkirin, lê çênebûye. Cihê tiştê ku ji Rebbê min  tê li ser serê mi heye, ez qet gazinan nakim.”

 “Lawê min ji min re got ku bavê hêj wê rojê jiyana xwe ji dest da”

Şefkatlîoglu diyar kir wê her tim li xestê pirsa zilamê xwe dikir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Min dixwast ku ez zilamê xwe bibînim, lê nîşanî min nedidan. Min ji bira û zarokên xwe re pirsa wî dikir; wan jî ji min re digotin ‘divê tu bi qewet be, divê tu xwe bernedî. Tu dikarî ji heqê hemî tiştî derkevî.’ Min qet fêm nedikir çima van tiştan ji min re dibêjin. Gelek wext derbas bû, meraqa min zêdetir bû. Herî dawî dema ku ez dio lênerîna giran de bûm lawê min hatibû ba min û ji min re gotibû ku ‘rewşa wî baş e û em ê jê re kaxizekê derxînin.’ Min fêm kir ku kaxiza mirinê ya zilamê min dê derxînin û min dest bi giriyê kir. Digel min lawê min jî giriya û ji min re got ku ‘hêj wê rojê bavê min jiyana xwe ji dest da.’

Şefkatlîoglu di berdewama axavtina xwe de qala pêvajoyê li xestê mayînê kir û wiha got: “  Min bihîst ku zilamê min rehmet kiriye, lê min wî nedî Berî vê mehekê ez çûm ser qebra wî. Ji ber ku cihê ku çûyê cihekî pir delal e, ez xemgîn nabim. Lê dema ku mir, ger mirov nikaribe tevlî cinaze û definkirinê bibe ku ev yek jî mirov xemgîn û mehzûn dike.”

“ Ez xanima şehîdekî me ku ev yek  ji bo min şanazî ye”

Şefkatlîoglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew hîs dike ku zilamê wî yê şehîd li xestê hatiye ziyareta wê û dû re wiha got: “ Piştî wefata zilamê min Eyda Qurbanê a ewil bû, ez pir zêde mehzûn dibûm. Qotiyeke televîzyonê hebû û her roj du qumrî dihatin û li wê derê dixwandin. Ew her du qumrî ji min re dibûn teselliyeke mezin. Min ji xwe re digot, zilamê min tê ku min bibîne, min bi tena serê xwe nahêle. Dibêjin şehîd namirin, bi rastî jî namirin. Ez bi zilamê xwe ser bilind im. Hemd ji Xweda re, ez qet nepoşmanim. Ez xanima şehîdekî me ku ev yek  ji bo min şanazî ye. Rebbê min mikafateke gelek mezin da me, înşallah Xweda dê me li wê derê bîne ba hev.”

 “Ez naxwazim darbeker wek zavayan derkevin mehkemê”

Şefkatlîoglu di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew dixwaze darbeker bên îdamkirin û wek zavayan ji mehkemê re neyên derxistin û dû re wiha li axaxtina xwe zêde kir: “ Bi izna Xwedê em ê sist nebin û xwe bernedin. Em bi hêza îmanê li dijî çekan sekinîn, me welatê xwe neda tu kesî.  Bi izna Xwedê em ê ji îro pê ve jî nedin tu kesî û ez îdamê dixwazim. Nexasim dema em li wan welatên din dinêrin dema ku sûcdaran derdixin mehkemê tulumên sor li wan dikin û destên wan jî di zincîran de ne. Lê belê ev xaîn weke ku zava ne derdikevin mehkemê, ez vê yekê jî naxwazim. Ez naxwazim xwîna zilamê min li erdê bimîne, bila cezaya ku heq dikin bidin wan.”

Mehmet Şefîk Şefkatlîogluyê 49 salî yê ku tamîrkerê alavên spî bû roja 15ê Tîrmehê di bin tankê de ma û şehîd bû. Şefkatlîoglu  bavê 3 zarokan bû.

ÎLKHA









HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.