Jimara kesên ku di êrîşa Dêrîkê de jiyana xwe ji dest dan derket 3yan

Jimara kesên ku di êrîşa Dêrîkê de jiyana xwe ji dest dan derket 3yan

Li navçeya Dirêka Mêrdînê dema ku wesayîtekê siwîl a ku leşker û gundparêz tê de bûn teqemeniya ku berê li rê hatibû bicîkirin hatibû teqandin û 2 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Hat ragihandin ku jimara miriyan derketiye 3yan.

Li navçeya Dirêka Mêrdînê di derdora Gundê Tilbisimê erîş li wesayîta leşker û gundparêzên ku ji wezîfê vedigerana hat kirin. Di encama êrîşa ku wek bombeyî hat lidarxistin de jimara kesên ku jiyana xwe ji dest dan derket 3yan.

 

Gor agahiyên hatine bidestxistin li derdora Gundê Tibilsima ku li ser Rêbeja Dêrikê ye berê teqemenî hatibû bicîkirin. Di encama êrîşa ku li wesayîta siwîl a ku leşker û gundparêz tê de hebûn hat kirin de ji 10 kesan 3yê wê di gel hemî midaxaleyan jiyana xwe ji dest dan. Kesên ku di encama înfilaqkirinê de birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Her wiha hat ragihandin ku 3 kesên di encama êrîşê de bi şiklekî giran birîndar bûbûn bi helîlopteran rakirin nexweşxaneyên li Diyarbekirê. Tedawiya 4 leşkerên din jî didome.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.