“Kalê 122 salî yê ku jiSerhildana Sasonê re bûye şahid qala wan rojên serhildanê kir”

“Kalê 122 salî yê ku jiSerhildana Sasonê re bûye şahid qala wan rojên serhildanê kir”

Hecî Mihemed Reşîd Akê 122 salî yê ku li Goxa Sasona Êlihê dijî qala pêvajoya ‘Qiyama Sasonê’ ya ku ji sala 1925an heta 1937an berdewam kir û qala zilmên ku di vê pêvajoyê de hatin kirin ji ÎLKHAyê re vegot.

Hecî Mihemed Reşît Akê 122 salî di 13ê Sibata 1895an de li Goxa Gundê Hezoya Êlihê hat dinyayê. Hecî Mihemed Reşîd Akê 122 salî yê ku li Goxa Hezoya Êlihê dijî qala pêvajoya ‘Qiyama Sasosê’ ya ku ji sala 1925an heta 1937an berdewam kir û qala zilmên ku di vê pêvajoyê de hatin kirin ji ÎLKHAyê re vegot.

Li gor ku tê gotin di sala 1925an de Wekîlê Qeymeqamê Qebilcewzê(Sason) Ridwan Efendî(li gor hinek çavkaniyan Kemal Efendî), miftî, tahsîldarê bacê, fermandarê cendirmeyan(serpel) û leşkerên digel wî ji bona berhevkirina bacê berê xwe didin gundên li quntara Çiyayê Meretoya ku girêdayê Sasonê ne. Ji ber ku li wê derê serpel li pîrekeke ku zewiciye re destdirêjiyê dike serhildana ku di dîrokê de wek  “Serhildan/Qiyama Sasonê” hatiye qeydkirin dest pê dike.

Fermandarê cendirmeyan ango serpelê ku ji pîrekê re destdirêjî kir piştî bêexlaqiya ku dike re ji wê derê reviyaye û  Wekîlê Qeymeqamê Qebilcewzê, miftî û tahsîldarê bacê li wê derê ji teref gundiyan ve hatine kuştin. Dû re di navbera gundî û hêzên dewletê de şereke dûvûdirêj dest pê dike. Ev pêvajoya şer dibe sedema bi sedan mirinanû sedema mişextîbûna bi hezaran kesan.

Xelkê heremê piştî ku serhildan Sasonê têk çû re bo bajarên mîna Afyon, Konya, Kayserî, Kutahya, Uşak, Eskîşehîr, Çankiri, Bîlecîk, Kocaelî, Zonguldak, Bursa, Bolu, Burdur, Isparta, Antalya, Balikesîr, Manîsa, Muğla, Aydin û Denîzlî  hatin surginkirin.

Hecî Mihemed Reşît Akê ku ji ÎLKHAyê re qala wan hewadîsên ku berî vê 82 salan li Sasonê qewimîne kir diyar kir  piştî wê pêvajoya pevçûnê  ya ku 7 salan berdewam kir, bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî hatin surginkirin.

Reşîd Akê ku diyar kir ew di 13ê Sibata sala 1985an de hatiye dinyayê  destnîşan kir wî heta 3 caran zewiciye û nufisa malbata wî 600î derbas kiriye û wî neviyên neviyên xwe dîtiye.

“Serpel diçe  destdirêjî pîrekeke gund dike”                     

Ak di axavtina xwe de diyar kir berê di salên ewil ên Cumhuriyetê de bac gelek dihat standin û di vê nava vê ekîba ku ji bo berhevkirina bacê dihat de serpelek hebû ku li dijî pîrekên gund bi şikleke bêexlaq tevdigeriya û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di wê heyamê de bac gelek zêde bûn, bacên mîna baca însanan, heywanan, erdan û malan dihat standin. Ev bac salê carekî bû. Lê li vê derê serî 2-3 heftiyan dest bi berhevkirina van bacan kirin. Rojekî ji rojan dema ku ji bo berhevkirina bacan hatin digel serpelekî 20-30 esker û qeymeqam û miftî jî hatin gundê me. Exlebeyê eskeran li têketina gund man. Miftî, qeymeqam, serpel û 4 esker ji bo berhevkirina bacan ketin nava gund. Mezinên me dibêjin ‘Kesê zalim dike, yê mumîn dikşîne.’ Serpel diçe ji pîrekeke gund re teklîfeke bêexlaq dike. Serpel çawa doza tiştekî wisa li pîrekê dike, pîrek hema dike hewar û gazî mêrê xwe dike û dibêje ‘em fermandar bela xwe ji min venake.’ Piştî vê hewadîsê serpel hema li hespê xwe siwar dibe û direve. Gundî ji du milan ve di ser de reşandin, lê berik lê neketin  û serpel wê rojê xelas bû. Qeymeqam, miftî û tehsîldarên reben hatin kuştin. Wê rojê ji ber ku tarîtiya şevê daket heremê eskerên li wê derê nehatin kuştin. Eskerên li wê derê jî cil û bergên eskeriyê ji ser xwe avêtibûn û bi şiklekî rût ji wir reviyabûn. Ji Xwedê re şikir ku esker nehatin kuştin. Piştî vê bûyerê şereke ku bi salan berdewam kir û di taliyê de dewlet zora  me bir.”

“Di dema şerê Osmanî-Rûs de bavê min û gundî digel Şêx Seîd Palewî û Seîdê Nûrsî şer kirin”

Ak di berdewama axavtina xwe de diyar kir hewadîsa li gund, bûyerên Ermeniyan û hilweşîna dewleta Osmaniyan li pey hev pêk hatin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Wê çaxê hewadîsa li gund û hewadîsên mîna qetlîama Ermeniyan û hilweşîna dewleta Osmaniyan li pey hev pêk hatin. Di dema şerê Osmanî-Rûs de bavê min û gundî digel Şêx Seîd Palewî û Seîdê Nûrsî şer kirin. Ustad Bedîuzzeman wê çaxê fermandarê dildar ê artêşê bû. Bavê min digot ‘berikê topan davêtin me.’ Ew li jêrê û bavê min û yên pê re jî li jorê bûn. Ew topan berdidan û yên me jî gurniyan davêtin wan.”

 “Me nêzî 7 salan bi dewletê re şer kir”

Ak di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji bo namûsa xwe mecbûr mane ku heta 7 salan bi şev û rojan  bi dewletê re şer bikin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji bo namûsa xwe mecbûr mane ku heta 7 salan bi şev û rojan  bi dewletê re şer bikin. Ez hêj şaş dimînin çawa em ji serma û birçînan nedimirin. Berê ji ber berfa ku dibariye mal û dar xuya nedikirin û her der dibû wek hev. Em bi mehan di bin wê berfê de man. Wê çaxê malên me hatibûn şewitandin, tenê li cil û bergên me li ser me mabûn. Dema ku malên me hatin şewitandin me kefçiyeke çay jî xelas nekir, bes me canê xwe xelas kir. Dema ku em û dewletê rûbirû man, me xwe di şikeftekê de vedişart. Me wê şikeftê tevafuken dît. Me xwe nêzî metroyekê li erda ve kaş dikir û dû re em diketin şikeftê, piştî kaşkirina çend metroyan şikeft bi qasî odeyekê bilind û mezin dibû. Li ser şikeftê re di bilindahiya nêzî 50-60 metroyan de şikeftek hebû. Çend xort ji bo dawiya şikeftê bibînin mûm pêxistin, lê dawiya şikeftê peyde nekir, lewra pir mezin bû. Me cihê wê dizanîbû, lê niha em nikarin peyde bikin. Belkî 50 carî min lê geriya, lê belê min ser ve nebûm.”

 “Ger însan nemire gelek tiştan dibîne”

Ak di berdewama axavtina xwe de diyar kir esker û mîlîsên wê demê dema ku di şer de xortan digirtin wan dikuştin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “7 sal û nîv em ji birçûbûnê reviyan û me xwe sipart çiyayan. Ger yek ji me ketibana destê eskeran dihat kuştin. Ger em neketibana destê eskeran û me xwe xelas kiribe ev yek bo me baş bû. Wê çaxê bi eskeran re bi şev û rojan şer û pevçûn  hebû. Ji vê derê bigrin hetanî heram Motka xelk rabû ser piyanç Me çi dît me çi nedît, ger însan nemire gelek tiştan dibîne. Hey însaniyeta berê hey. Wê çaxê Hezo(Qozluk) tunebû û em girêdayê Qabilcewzê(Sason) bûn. Di wan şer û pevçûnan bi keriyan esker û millet mir.”

 “Wî fermandarî do oxira nefsa xwe zirar da gelek kesan”

Ak di berdewama axavtina xwe de diyar kir esker û mîlîs ji bo ‘Aferîn’ê serê însanan jê dikirin û dû re wiha got: “Ew fermandarê ku bû sedema canê gelek kesan di taliyê de ji teref eskerên xwe ve hat kuştin. Lê belê ew bû sedema gelek zehmetî û eleman. Li ber nehrê aşek hebû. Rojekî ji rojan kalekî mîna min reben xwe berdide ber wê aşê û hewil dide arvana li dora aş berhev bike. Mistek arvan berhev dike û ji ber ku tiştek nîne bixî nava wê arvan dixî nav cilên xwe. Dema ku vedigere li rasta esker û mîlîsan tê. Ew esker û mîlîs ji bo ‘aferînekê’ wî kalî zeft dikin û li wê derê serê wî jê dikin. Wî fermandarê di oxira nefsa xwe de canê gelek kesan şewitandin û gelek zirar da gelek kesan. Tiştekî me ji bo xwarinê tunebû. Em nikaribûn derkevin nav millet jî. Lewra kî me didît ji bo aferînekê serê me jê dikir û dibir ji fermandarê xwe re. Dema ku me zivistanê tiştekî xwarinê peyde nedikir me çavên xwe li kevzan digerand û me ew dixwarin. Dema ku em derdiketin biharê jî bi pelên daran me kêf dikir. Rojekî ji rojan esker hat û em ketin şikeftê. Me nedîtin. Hingî nok,fasûlî, savar û nan ji ber eskeran ve mabû. Me wan bermayîyên wan berhev kir û  me ew xwarin.”

“Li her derê Tirkiyeyê  zarokên min hene”

Ak di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê heremê piştî serhildanê bo 22 bajêran hatiye surgunkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Piştî van hewadîsan nêzî 15 salan em bûn muhacir û mişextî. Ez bi xwe li Dînara Afyonê bûm. Ez li wê derê hînî Tirkî bûm. Çawa ku ez çûm wê derê her şeveq zarokek dihat û min jî radihişt defter û kitêba xwe û diçûm mektebê. Nîvrokî em dihatin malê û piştî nîvro jî em dîsa diçûn mektebê.Heta ku ez hînî Tirkî bûm bi vî awayî berdewam kir. Di dewra me de eskerî 4 sal bû, lê ji ber ku em surgin bûn ji bo me 2 sal bû. Min eskeriya xwe li Stenbolê kir. 17 lawên min û wekî din jî qîzên min jî hene. Nufisa min 500-600î derbas dike.  Zarokên min li Mûş, Farqîn, Heskîf, Qûbîn û Êlihê ne. Li van deran zêdetirî 15 malên min hene. Li ba min jî 30 malbatên min hene. Li Manîsa, Stenbol, Entalya, Qars bi kurtasî li her derê Tirkiyê zarokên min hene.”

 “Ji vê derê heta Mûtkî pîrek, zarok, dergûş, kor û seqet hema kî hebe tevakan surgin kirin”

Apê Ak di berdewama axavtina xwe de qala salên mişextîbûnê kir û wiha got: “Wê çaxê bes du cûr nexweşî hebû. Yek ji wan merez û ya dî jî ta bû. Niha bi sedhezaran nexweşî derketine. Yekî reben bi nexweşiya merezê ket. Dema ev kesê reben li derekê radize mîlîs wî dibînin û di cih de ji bo aferînekê serê wî jê dikin. Ji vê derê heta Mûtkî pîrek, zarok, dergûş, kor û seqet hema kî hebe tevakan surgin kirin. Ji Qebilcewzê dibirin Zokê û ji wir jî bi wesayîtan xelkê dişandin Diyarbekirê. Ji Diyarbekirê jî me bi trênan dişandin. Dema ku me surgin kirin meha îlonê bû. Em 15 salan li Dînarê man. 50 donim erd û 2 jî ga dan min. Wê çaxê traktor, pulluk û kifletor tunebûn. Taksiyek hebû. Dema ku ew taksî ji dûr ve xuya dikir, digotin xwe bidin alî walî tê û rê dihat valakirin. Wê çaxê çi teêgihiştin hebû. Dema merivek bi ker, hesp an jî bi wesayîta derbas bûbana hemû kes rê didaye; lê niha li sûkê destê wî di pey wî de û tizbehê dihajîne û dema ku erebe lê dixe jî jê re dibêje ‘ma tu kor î?’ Em hatin çi rojan!”

 “Dema ku ez xort bûm, bi şev û rojan nedirûniştim”

Ak diyar kir însan li emrê wî ecêbmayî dimînin û jê pirs dikin ka hetanî îro çawa jiyaye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez hatim vî emrê xwe.Xortên ku di temena neviyên min de yek ji wan dibê ax piyê min, pişta min, milê min û kaboka min… Mêze ke, ez hatim vî emrê xwe, ez rabim bibêjim welleh qeweta min li cî ye, dê ev yek bibe derew. Lewra mirov ji ber kalitî û bêxwînîtiyê dikeve, encax ez qurbana Xwedê me hêj bi şikleke bê êş û elem ez dijîm. Bi qasî zerre misqal êşa min tuneyeç Gelek însan li emrê min ecêbmayî dimînin. Ez carinan xwe difikirim. Dema ku ez xort bûn bi şev û rojan nedirûniştim. Wî nanê ku min dixwar, Xweda û ez pê dizanin. Di wan rojên borî de 13 rojan ser hev parîkek nan neket devê min. Niha weke ku ez nû ji ser sifrê rabûme.”

“Ez secdeya duduyan de ez ranabûme û bêhiş ketime”

Ak di berdewama axavtina xwe qala serpêhatiyek di warê mirinê de kir û wiha got: “Min rojekî nimêja xwe dikir û di ser nimêjê de min li Hz. Eyyûp difikirî. Du caran ez çûm secdê, di secdeya duduyan de ez ranabûme û bêhiş ketime. Tu kes li mal tunebû. Dema ku xanim ji nav erdan tê li min dinêrî ku ez wek miriyan im. Hema bi lez xeberê dide zarokan û ji wan re dibêje ‘bavê we mir.’ Zarok jî dinêrin ez wek miriyan im, hema min davêjin erebê û min dibin Hezoyê û ji wir jî dîsa min dibin Êlihê. Li wê derê doxtorek min nas dikir, hema ji hemşîrê re gotiye ‘mirî jî were tu kesî nexin vê odê. Ew ê bi tena serê xwe bimîne.’ Li wê derê min kontrol kirin û ez  heta 2 rojan li wê derê bêhiş razeme. Dema ku ez hatim ser hişê xwe min got ku ev der ne mala min e, li dora mala min dar hebûn, ev der beton in. Min ji lawê xwe yê ku hat ba min pirs kir, em li kû ne? Ji min re got ku ‘bavo tu nexweşî, me te anî xestê.’ Min lê nihêrt hesin bi poz, dev, gûh, tilî û cihên din ên laşên min ve kirine. Hema min tevakan derxist.”

“Me pêşî ji xwe re got ku ev nivîser wan kesên ku dê bê serjêkirin dinivîsînin”

Ak diyar kir di salên serhildanê de birayekî miriye û bavê wî jî heta 12ê saliya xwe jiyaye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Ji min biçûktir birakî min hebû. Wan rojên bi êş û elem ji birçî û tîbûnê mir. Wan rojan ji bilî bav, dê û xweha min pê ve tu kesî tunebû. Bavê min hingî 120 sal kiribû. Birakî min din ji pîreka din a bavê min hebû. Ez tenê ji diya xwe çêbûme. Ez 3 rojan zewicîm. 2 pîrekên min wefat kirin. Însan çi tiştan dibîne û li dû xwe dihêle.Êdî nikarim di bexçê de bixebitim  û ez nikarim biçim zozanan jî. Zarokên min xwarina min hazir dikin. Wê çaxê Hezo tunebû û dema ku em çûn surgunê 16 mal li vê derê hebûn. Êlih ji xwe qet tunebû. Li ser girekî kolkekî çêdikirin û li wê derê pêtex û zebeşan difirotin. Hingî tevlî me zêdetirî hezar û pênsed kesî birin Diyarbekirê. Li wê derê me malbat bi malbat ji hev cuda kirin. Wê çaxê me tenê bi erebî dizanibû. Ew bi Tirkî û Kurdî diaxivîn. Dema ku em bi wan re diaxivîn em ji peyva ‘Ha’yê pê ve tu tiştekî din nizanibûn. 40-50 heb nivîser hatin. Em jî nizanibûn bi tiştekî. Me pêşî ji xwe re got ku ev nivîser wan kesên ku dê bê serjêkirin dinivîsînin.Li wê derê li gor bayê serê xwe millet malbat bi malbat ji hev cuda kirin.”

 “Tu ji birçînan bimrin jî birayê te bi xwe jî gezik nan nade te”

Hecî Mihemed Reşîd Ak herî dawî diyar kir di vê dewrê de însanetî nemaye û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Di dema me de însanetî hebû.Hinek kes dibêjin Apê Hecî tu şaş difikirî. Ez jî ji wan re dibêjim çawa? Ji min re dibêjin ‘niha bereket heye û her tişt zêde ye.’ Kesê ku ji heywan zêdetir dixwe tuneye.  Heywan hezar û yek heb te’amên Xwedê dixwe û tê. Însan bi xwarinê nabe însan. Tenê bes navê wê li ser me maye. Însan dibe însanetî nemeya. Êdî ez ji vê gotinê parîkekî aciz im. Ax ew rojên berê ax! Ger dostekî min hatibana û gotibana ez mixtac im, wellahî ez ê lihefa li ser xwe firotibana  û ez ê dabanê. Lê belê tu niha ji birçînan bimrî jî birayê te bi xwe jî gezik nan nade te û dibêje bila xebitîbana.”

Tarîxçeya Serhildana Sasonê

Di salên ewil ên Cumhuriyetê de li gor ku tê gotin di sala 1925an de Wekîlê Qeymeqamê Qebilcewzê(Sason) Ridwan Efendî(li gor hinek çavkaniyan Kemal Efendî), miftî, tahsîldarê bacê, fermandarê cendirmeyan(serpel) û leşkerên digel wî ji bona berhevkirina bacê berê xwe didin gundên li quntara Çiyayê Meretoya ku girêdayê Sasonê ne. Ji ber ku li wê derê serpel li pîrekeke ku zewiciye re destdirêjiyê dike ku ev pîrek eslê xwe ji mala Tetera Badê ye.

Ji ber ku fermandarê cendirmeyan ango serpel ji pîrekê re destdirêjî  û bêexlaqiyê re mala Tetera Badê dirahijin tifingên xwe di ser wan esker û kesên ku hatine gund de digrin, di encama geşedaniya ku rû da de  Wekîlê Qeymeqamê Qebilcewzê, miftî û tahsîldarê bacê li wê derê ji teref gundiyan ve hatin kuştin.

Ji ber ku fermandarê ku li gund bêexlaqiyê kir û reviya agahiyên xelet û şaş da dewletê, dewlet di ser wê heremê de digre. Dû re di navbera gundî û hêzên dewletê de şereke dûvûdirêj dest pê dike. Gundiyên ku di herema Xerzand de dimînin ên ku vê zilmê qebûl nakin jî radibin ser piyan û bi vî awayî serhildana ku di dîrokê de bi navê Serhildana Sasonê  hatiye qeydkirin dest pê dike. Şer û pevçûn heta 7 salan berdewam dike.  Ev pêvajoya şer dibe sedema bi sedan mirin û sedema mişextîbûna bi hezaran kesan.

Xelkê heremê piştî ku serhildan Sasonê têk çû re bo bajarên mîna Afyon, Konya, Kayserî, Kutahya, Uşak, Eskîşehîr, Çankiri, Bîlecîk, Kocaelî, Zonguldak, Bursa, Bolu, Burdur, Isparta, Antalya, Balikesîr, Manîsa, Muğla, Aydin û Denîzlî  hatin surginkirin.

ÎLKHA

 
















































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.