Karadaxî: An em ê bibin yek an jî em ê tarûmar bibin û ji hev hilweşin

Karadaxî: An em ê bibin yek an jî em ê tarûmar bibin û ji hev hilweşin

Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Cîhanê Elî el-Karadaxîyê ku beşdarî Hevdîtina Aliman a 3yemîn bû, destnîşan kir “An em ê bibin yek an jî em ê tarûmar bibin û ji hev hilweşin.”

Ji teref Yekîtîya Alim û Medreyan ve li Diyarbekirê Hevdîtina Aliman a 3yemîn hat tertîpkirin û bi axavtina xwe beşdarvanên ku ji 4 parçeyên Kurdistanê û çend welatên din ên cîhanê hatine berdewam dike.

Di niştina ewil  a Hevdîtina Aliman a 3yemîn de Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Alimên Cîhanê Elî el-Karadaxî axavtinek kir û balan kişand li ser ehemîyet û girîngîya wehdeta di nav aliman de.

“Tiştê ku ji me re lazim e nûtî û cardin rabûna li ser pîyan e”

Karadaxî di axavtina xwe de diyar kir  Misliman ji Îslamê dûr ketine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Misliman ji Îslamê dûr ketine ku sedema vê yekê ne Îslam e; sedema wê ji hev dûr ketina Mislimanan e. Tiştê ku ji me re lazim e nûtî û cardin rabûna li ser pîyan e. Dema ku em li Dewleta Osmanî dinêrin, di pêlên dawî yên Osmanî de bi nîjadperestî û qewmîyetperestîyê Misliman bi hev ketin. Ew neteweperîya erênî ya di nav Îslamê de di demê dawî de bû cudakarîyeke neyînî. Bo vê yekê hişyarîyeke mezin pêwîst bû.  Li Misir, Tirkîyê û nîvgirava Hîndê hişyarbûneke mezin çêbû. Digel derketina holê ya hareketên Îslamî dawetvan hatin tesîskirin. Cemaat û hareketên ji hev cûda derketin holê. Di nav Ereban de jî hişyarkirinek çêbû.  Li Cezayîr, Lîbya, Misir û Yemenê hareketên cudaxwaz dest pê kirin. Ev hereket di eslê xwe de Misliman bi Mislimanan û cûdakar bi cûdakaran berde hevdû. Hinek hereketên sûfî  û hinek şexs li Misirê nebûn destek ku cemaatên Îslamî û Bihara Ereban bi ser keve û şiklê cûdakarîyê danê. Weke ku li Yemenê bû, ketin nava kaoseke mezin.”

 “An em ê bibin yek an jî em ê tarûmar bibin û ji hev hilweşin”

Karadaxî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser armanca Amerîka û siyonîstan a li ser herêma Mislimanan û dû re wiha got: “  Dema ku em Qur’an û qistasên Qur’anê baş hîn bibin, ew ê pêkhatîyên mîna El-Kaîde û DAIŞê nemînin. Tebeddûra rast a Qur’anê dê bibe çavkanîa herakata rast. An em ê Qur’anê bi vî awayî bi şikleke dirist û rast bixwînin an jî  em ê bi şîrove û gotinên şaş û xelet ên cematên cûdaxwaz tarûmar bibin û ji hev hilweşin. Ew kesên ku menfî tevdigerin xwe nîşan didin ku ew Qur’anî ne û rast in. Ka li wan binêrin çawa Qur’an û Sunnetê çawa ji hev cuda dikin. Ev her du esasên Îslamê ne. Dema ku em lê dinêrin em vê yekê eşkere  dibînin. Ev proplemeke krîtîk e. Qur’an û Sunnetê ji hev cûda dikin. Metnên Qur’an û Îslamê xelet tên şîrovekirin da ku şerîat ji meqseda wê dûr bikin. Xweda dibêje ku min Qur’aneke ku hûn pê mîzanê bikin daxist.”

 “Ji ber ku em rabûne li ser pîyan êrîşî me dikin”

Karadaxî di berdewama axavtina xwe de diyar kir alema Xerbê ji bo ku bi me re şer bike rabûye li ser pîyan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Şerê Cîhanê ya 3yemîn li hember Mislimanan tê kirin. Lewra Misliman bi hêz û bi qewet in. Alema Xerbê di salên 50-60î de bi tena serê xwe hiştin. Ji ber ku em rabûn li ser pîyên xwe êrîşî me dikin. Em di warê perwerdehî, pêşvçûn û paqbûnê de xwe mesûl dibînin. Em alimên ku warisên pêxemberan in, divê tiştekî di vî warî de bikin.Divê em hinek helwestên xwe yên mîna  cudakarî, komvan û cemaatvan terk bikin. Partî û cemaatên me li qadeke berfireh belav bûne. Tiştê ku divê em alim bikin tesîskirina yekîtîyê ye. Divê em bi van fealîyetên xwe xortên Îslamê û civakê bînin ba hev.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.