1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Karê bi zewq û zehmet:Şivantî
Karê bi zewq û zehmet:Şivantî

Karê bi zewq û zehmet:Şivantî

DİYARBEKİR - Kesê ku li Kurdistana Bakur karê şivantiyê dike qala ajalvantiya ku ji bona heremê di warê debarê de pir girîng e kirin û diyar kir şivantî her çi qas karekî bi zehmet be jî bi heman awayî karekî bi zewq e.

A+A-

Mehmet Turanê ku 40 sal e li gundê Devewêriya Erxaniyê şivantiyê dike diyar kir ji ber ku ew her tim li xwezayê ye pir bi sihet e.

Turan di berdewam axavtina xwe de diyar kir karê şivantiyê bi rewşa însanan ve girêdayî ye û wiha li axavtian xwe zêde kir: “Karê şivatiyê karekî bi feyde ye.Mesrefa vî karî her çiqas zêde be jî bi heman awayî zêde karê wê jî heye.Ji goşt û şîrê pez tê îstîfadekirin.A niha bihaya beranan hezar û 300 lîre ye, berx jî li gor kîloyên xwe carinan bi 500î carinan jî 600î tên firotin.Ajalvantî di destê te de ye.Heger tu baş li wan binêrî û guh bidî wan tu wê demê dikare qezenceke baş ji wan bigire.”

Turan di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji 500 heywanî re şivantiyê dike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez serê şeveqan di seat 06.00an de pezê xwe berdidim û wan dibim çêrgehê.Di derdora seat 09.00an ez berîvanan ji bona dotina mîhan tînim ba xwe.Şîrê ku tê dotin ji bona pênîr û mast tê firotin.Piştî dohtinê mîh radizin.Di derdora seat 13.00an de cardin ez mîhan dibin çêrgehê.Ji bilî van heger birîneke wan hebe ez tedawiya wan dikim û guh didim wan.”(ÎLKHA)

 



























 

Bu haber toplam 1052 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.