Karkerên ziraetê qeza kirin:28 birîndar

Karkerên ziraetê qeza kirin:28 birîndar

Li navçeya Vîranşehîra Rihayê kamyona ku di tê de karkerên ziraetê hebûn qeza kir. Di qezayê de karkerên ku di kamyonê de bûn û her wiha şofêrê kamyonê jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên hatine bi dest xistin qeza îro serê sibê di saet 06.00an de pêk hatiye. Kamyona bi plakaya 38 DS 240 yê ku karkerên ziraetê neqil dikir ji ber sedema teqîna tekelê, gindirî şarampole. Di encama qezayê de 5 kes giran gişt 28 kes birîndar bûn.

Birîndaran bi ambulansên ku hatibûn cihê qezayê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Vîranşehîrê . ji birîndaran 5 kesên ku rewşa wan nebaş bûn rakirin nexweşxaneyên Rihayê. Malbatên birîndaran çawa ku ji qezayê agahdar bûn xwe avêtin nexweşxaneyan.

Di derbarê qezayê de lêpirsîn hêj didome.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.