Karkerên zîreatê ji kêmbûna yewmiyeyan gilîdar in

Karkerên zîreatê ji kêmbûna yewmiyeyan gilîdar in

RİHA - Karkerên ku li Rihayê di karê berhevkirina pembû de dixebitin ji kêmbûna yewmiyeyan gilîdarî in.

Li navçeya Hîlwana Rihayê berhevkirina pembû dest pê kir.Karkerên ku li navçê dest bi karê berhevkirina pembû kirin ji ber ku yewmiyeya wan a îsal kêm e, dilê xwe bi xwe şewitandin.

Karkerê bi navê Mistafe Cînê 70 salî  di derbarê mijarê de destnîşan kir pêwîst heqên wan li gor bihaya pembû bê diyarkirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez digel zarokên xwe têm  vê derê û pembû berhev dikim.Yewmiyeya her yekî ji me encax digihije 20 lîrê.Dema ku em mesrefên xwe hisap bikin tu tişt ji me re namîne.Ehlê malekî nikare bi 20-30 lîreyê debara mala xwe bike.Li gor bihaya pembû divê destheqên me jî bên zêdekirin.”

“Ez mecbûr im ku biçin dersxanê, ji ber vê yekê pêwîst e ku ez bixebitim”

Xwedevanê bi navê Sînan Yaqup Uygun jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ji bo ku ew karibe haziriya zanîngehê bike mecbûr e ku bixebite û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku tu karê din nîne ez mecbûr im di vî karî de bixebitim, ez di seat 05.00ên şeveqê de şiyar dibim û heta êvarê dixebitim.Carinan ew qas zêde ez dibetilim ku nikarim li malê dersên xwe bixebitim.”

 “Karê me nebaş e, lewra yewmiyên me kêm in”

Kesê bi navê Salih Beyaztaşê ku digel malbata xwe di karê berhevkirina pembû de dixebite jî di derbarê mijarê de gazî û  giliyên xwe wiha anî ziman: “Ewlehiya me ya tenduristiyê nîne û karê me ne baş e, lewra yewmiyên me hindik in.Di rojekê de herî zêde em 30 lîre qezenc dikin. Du zarokên min mektebê dixwînin.Mesrefên van ên xwendinê hene.Ez nizanim bi vî karî ez ê çawa li zarokên xwe binêrim.Pêwîst e yewmiyeya me rojane 50 lîre be da ku ez karibim zarokên xwe binêrim.”(ÎLKHA)

 













 




 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.