Karsazê Azarbeycanî hat kuştin

Karsazê Azarbeycanî hat kuştin

Etîmat Îsmaîlovê karsazê Azarbeycanî ji teref kesê ku pê re nîqaş kir ve hat kuştin.

Etîmat Îsmaîlovê karsazê Azarbeycanî yê ku mêrê rojnamegera rojnameya Starê Sevîlay Nurîyeva ye li Stenbolê ji teref kesê ku pê re nîqaş kir ve hat kuştin.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin kesekî bi navê Gozal D. Hat ofîsa Etîmat Îsmaîlovê karsazê Azarbeycanî û ji ber sedemeke ku nayê zanîn pê re nîqaş kir. Ji ber ku nîqaş mezin bû Gozel bi demençê Îsmaîlov birîndar kir.

Îsmaîlovê ku birîndar bû hat rakirin nexweşxanê, lê digel temamê midaxeleyan Îsmaîlov li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin Gozal D. Azarbeycanî ye û berê midûrtîya polêsan kiriye û ji albaytîyê teqawîd bûye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.