Kêf û şahiya zarokên ku nimêjê hîn dibin

Kêf û şahiya zarokên ku nimêjê hîn dibin

Li Bidlîsê di bergeha “Bernameya Îhyabûna Binimêjê’ ya ku ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve hat tertîpkirin de zarokên ku temena wan di navbera 6-10 salan de bûn mizgeft û turbeyan gerîyan.

Li navenda Bidlîsê di bergeha “Bernameya Îhyabûna Binimêjê’ ya ku ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve hat tertîpkirin de zarokên ku temena wan di navbera 6-10 salan de bûn mizgeft û turbeyan gerîyan. Di dema ger û ziyaretê de ji zarokan re derheqê camî û girîngîya camiyan de agahî hat dayîn.

Zarok berî ku mizgeft û turbeyan bigerin tîşortên ku li ser wan nivîsên mîna “Haydî zarokno nimêjê’, “Jiyan bi nimêjê xweş e” li xwe kirin û dû re di nav bajêr de meşiyan. Meşa zarokan bal şêniyên bajêr kişand li ser xwe.  Hinek welatiyên ku zarokan dîtin çepikan dan hinek jî hewil dan wê sureta xwşik a zarokan bigrin.

Zarok digel seydayên xwe pêşî çûn Camiya Şerefî û li wê derê derheqê minber, kursî,mihrap û camiyan de agahî hatin dayîn. Piştî agahiyên ku hatin dayîn re zarok ketin sefê û 2 rekat nimêj kirin. Zarok piştî ku nimêja xwe qedandin re turbeya Şeyxul Xerîb ziyaret kirin û li wê derê diayan kirin.

Suphullah Uysalê ku nûnerê Bîdlîsê yê Platforma Nesla Qur’anê ye derheqê mijarê de wiha axivî: “Em di bergeha “Bernameya Îhyabûna Binimêjê’ ya ku ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve tê tertîpkirin de bi zarokên ku temena wan di navbera 6-10 salan de ne mizgeft û turbeyan didin gerandin. Em di vê gere de derheqê camî, mihrap, minber û tiştên din de agahiyan bin wan re parve dikin. Ev ger zarokan kêfxweş kir.”

Uysal di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew ê roja şemîyê bernameyeke mezin tertîp bikin û ew temamê xelkê Bidlîsê vedixwînin vê bernamê.

ÎLKHA




























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.