“Kengî hawirdora ewlehîyê hat sazkirin ew ê wê demê îqtîsad şên bibe”

“Kengî hawirdora ewlehîyê hat sazkirin ew ê wê demê îqtîsad şên bibe”

Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê Şeyhmus Tanrikulu û heyata pê re li Yenîşehîra Diyarbekirê dikandaran ziyaret kirin û gilî û gazinên wan guhdar kirin.

Şeyhmus Tanrikuluyê Serokê Bajêra Diyarbekirê yê HUDA PARê û heyata pê re li Yenîşehîra Diyarbekirê dikandaran ziyaret kirin û gilî û gazinên wan guhdar kirin. Tanrikulu piştî ziyaretan destnîşan kir kengî hawirdora ewlehîyê hat sazkirin ew ê wê demê îqtîsad şên bibe.

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji bo derd û kulên dikandaran di cî de bibînin dikandarên Yenîşehîra Diyarbekirê ziyaret kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me derd û kulên wan, gazin û gilîyên wan guhdar kir. Weke ku me berî niha jî gotibû mişkîle û problemên dikandarên me yên îqtîsadî hene. Dikandaran ji me teleb kirin ku di vê derdora ku lê bêkarî heye xebat bên kirin da ku îqtîsad geş bibe. Her wisa xwestin ku ji nû ve aramî û ewlehî bê tesîskirin.  Em jî wek HUDA PARê  ji bo îstîhdam bê zêdekirin û rêjeya bêkarîya bê daxistin bin a Tirkîyê qala tedbîranên ku dikarin bên standin kir.”

“Kengî hawirdora ewlehîyê hat sazkirin ew ê wê demê îqtîsad şên bibe”

Tanrikulu di berdewama axavtina xwe de diyar kir bo îqtîsad şên bibe bareke muhîm dikeve li ser milên hikûmetê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku di serî de meseleya Kurd û bi giştî problemên qewmî yên din dema ku hatin çareserkirin û astengîyên li ber hurîyeta bawerîyê hatin rakirin  û heq û hurrîyetên bingehîn ên însanî bi qanûnê hatin muhafezekirin dê li welat problema ewlehî ji holê rabe, ew ê însan wek bira di nav hizûrê de bijîn. Dema ku ev tişt bûn ew ê îqtîsad şên bibe. Ji ber wê yekê di bingeha temamê probleman de bêewlehîbûn heye. Divê OHAL cardin ji ber çavan bê derbaskirin. Em wê OHALa ku li rojava bi şikleke cuda li herêma me bi şikleke cuda tê sepandin rast nabînin. Em dibêjin divê dawî li vê OHALê bê anîn.”

ÎLKHA








































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.