Kerwana Ûmudê bo mexdûrên erdheja li herêma Kurdistanê banga alîkariyê kir

Kerwana Ûmudê bo mexdûrên erdheja li herêma Kurdistanê banga alîkariyê kir

Kerwana Ûmudê ya Êlihê bo kesên ku di erdheja li sînora Kurdistana Îran û Iraqê pêk hat de mexdûr bûn re kampanya alîkariyê da destpêkirin û bo vê kampanyê banga destekê kir.

Berî du rojan  navend wek Silêmaniya Kurdistana Iraqê li ser  sînora Kurdistana Iraq û Îranê erdhejeke di mezinahiya 7.3an de pêk hat. Di erdheja ku pêk hat de gelek bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn û bi hezaran mal jî hilweşiyan.

Piştî vê bobelata erdhejê Kerwana Ûmudê ya Êlihê bo kesên ku di erdheja li sînora Kurdistana Îran û Iraqê pêk hat de mexdûr bûn re kampanya alîkariyê da destpêkirin û bo vê kampanyê banga destekê kir.

Serokê Kerwana Ûmudê yê Êlihê M. Elî Şîmşek derbarê mijarê de diyar kir wan ji ber erdhejê kampanyayeke bi navê “Niha wextê biratiyê ye” dane destpêkirin û teleb kir ku temamê xelkê Êlihê destek û piştgiriyê bidin vê kampanyayê.

Işik di berdewama axavtina xwe de qala zirar û êşa ku erdhekê derxistiye holê kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “

Di netîcê de me ekîbên xwe şand Deriyê Sînor a Xabûrê, Lê belê ew TIRên alîkariyê yên ku hatibûn şandin ji teref meqamên fermî ve nedihatin qebûlkirin. Lê niha ev asteng ji holê rabûye. Alîkarî tên şandin herêmê.  Em jî wek Kerwana Ûmudê înşallah çi ji destên me bê bi lez seferber bikin û em ê bo wan birayên xwe yên li wê derê bi rê bikin. Pêxemberê me di hedîseke xwe de wisa dibêje ‘Kî/ê zehmetiya birayekî/ê xwe yê/a Misliman ji holê rabike, Xweda dê roja qiyametê zehmetiya wî/ê kesî/ê ji holê rabike.’ Ji ber vê yekê em bang li birayên xwe yên Êlihî dikin; keremkin werin û destekê bidin kampanyaya ku me daye destpêkirin. Em dibêjin ‘Niha wextê biratiyê ye’ û em banga alîkariyê li we dikin.”

ÎLKHA



HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.