Kerwana Umudê faliyetê xwe yên salane diyar kir

Kerwana Umudê faliyetê xwe yên salane diyar kir

Platforma Alîkarê ya Kerwana Umudê a ku bi karûbarên xwe yên alîkariyê ve tê zanîn rapora alîkariya xwe yê 2015an bi raya giştî re parve kir. Platforma ku ji malbatên feqîr û belengaz re bûye hêvî di sala 2015an de alîkariya 73 hezar û 44 malbatan a bi bi

Platforma Alîkarê ya Kerwana Umudê a ku bi karûbarên xwe yên alîkariyê ve tê zanîn diyar kir ku di sala 2015an de alîkariya 73 hezar û 44 malbatan a bi bihayê 4 milyon 582 hezar û 359 lîre kiriyeKoordînatorê Platforma Alîkariyê ya Kerwana Umudê Masûm Ayyildiz diyar kir armanca wan ew e ku hesteyên alîkariyê yê ku di nabeyna gel de tefayê zêdetir bike, dana înfaqê zêdetir bike û her wiha alîkariyên ku tên bide malbatên niyazmend, bê kes, belengaz û hêtîm.

Ayyildiz ji bo ku ev armanc pêk were di sala 2015an de bi 50 STKyan re karûbarên xwe domandine. Di vê bergehê de platform di derbarê vê yekê de bûye dest û pêyên xêrxwaz û STKyan.

Ayyildiz diyar kir ku komeleyên ku endamên Platforma Alîkarê ya Kerwana Umudê di hawîrdora xwe û gelemperê Tirkîyê de alîkariya malbatên niyazmend û belengaz kirine. Dûvre Ayyildiz wiha axavtina xwe domand: “Komeleyên me yên ku endamên Platforma Alîkarê ya Kerwana Umudê ne di bergeha armancên xwe de ji bo ku ji derd û kulên gel re bibin derman alîkariyên xwe yên aborî û civakî didomînin. Platforma me tenê di Tirkîyê de ne di welatên din de jî xwe daye naskirin û ji wir bi wesîla xêrxwazan alîkariya malbatên feqîr û belengaz  kirine. Di vê bergehê de em ji Yetîm-Dera Ewrûpa û ÎHO Ebrara Ewrûpayê re teşekûr dikin.”

Ayyildiz destnîşan kir ku wek komele karûbarên xwe sal bi sal zêde kirine û her wiha alîkarî li gelek xwendekar û jinebiyan kirine. Ayyildiz wiha diyar kir: “Bi taybet di gel ceng û xeteriyê xebatên me zêdetir bûn. Di vê warê de alîkarî li penaberên ku ji Efaxnistan û Sûrî hatine hatiye kirin. Her wiha STK, melzemeyên alîkariyê gihandiye van malbatên mexdûr. Di van wextên dawî de bi taybet xelkê ku di pevçûnan de mexdûr bûne alîkarî li wan tên kirin.”

Ayyildiz bal kişand di gel derfetên sînûrdar gelek alîkarî li gelê mexdûr kirine. Dûvre Ayyildiz wiha diyar kir: “Endamên komeleyên me di gel derfetên sînûrdar îmza avêtine gelek organîzasyonan . Gelê herêm şahidê vê yekê ye. Ji ber vê yekê armanca me we e ku em hewcedariyên mexdûran çareser bikin.”

Ayyildiz dûvre di daxuyaniyê de wiha diyar kir: “Li 22 hezar 605 maalbatê feqîr û belengaz  milyonek û 192 hezar û 400 lîre erzaq,li 9 hezar û 430 malbatan  alîkariya cil û bergê, li 3 hezar û 528 malbatan  866 hezar û 697 lîre alîkariya aborî, li 31 hezar û 746 malbatan  milyonek û 354 hezar û 765 lîre goştê sor, li hezar û 48 malbatan 102 hezar û 690 lîre eşyayên malê, li 509 malbatan 19 hezar û 303 lîre akîkarên qirtasiyeyê, li 2 hezar û 30 malbatan şewat, li hezar 47 malbatan 18 hezar û 742 lîre eşyayên paqijiyê, li 383 malbatan bi qîmeta 19 hezar û 672 lîre ve betanî û li 382 malbatan 28 hezar û 742 lîre alîkariya eşyayan hatiye kirin.”

 “Em amade ne ku di endazeya heq û heqîqetê de alîkariyên xwe belav bikin”

Ayyildiz diyar kir di sala 2015an de bi tevahî bi bihayê 4 milyon û 582 û 359 lîrê ve li 73 hezar û 44 malbatan hatiye kirin. Ji bo ku ev xizmet bidome dûbare bang li xêrxwazan kir. Dûvre Ayyildiz  wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ji bo ku em ji gelê mexdûr û mazlum re bibin alîkar bi hirmeta roj û şevên hanê mibarek ji bo ku hun malbatên feqîr û belengaz ji nû ve kêf xweş bikin em dixwazin ku hun alîkariyên xwe bidomînin. Em amade ne ku di endazeya heq û heqîqetê de alîkariyên xwe belav bikin” (ÎLKHA)

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.