​Kerwana Umûdê ji bi sedan malbatên mexdûrên erdhejê re alîkarî kir

​Kerwana Umûdê ji bi sedan malbatên mexdûrên erdhejê re alîkarî kir

Saziyên sivîl yên alîkariye li Herêma Kurdistana Iraqê ji bi sedan malbatên mexdûrên erdhejê re alîkarî kirin û birînên wan pêçan.

Weqfa Kerwana Umûdê, IHO EBRAR û Yetîm-Dera Ewrûpa yên saziyên sivîl yên alîkariyê li Herêma Kurdistana Iraqê destê alîkariyê dirêjî bi sedan malbatên ku mexdûrên erdhejê ne kirin û alîkarî belav kirin.

Wekî ku tê zanîn xisara herî zêde li navçeye Derbendîxana bajarê Germiyana Kurdîstana Iraqê çêbûbû. Saziyên sivîl yên alîkariyê destê biratiyê dirêjî kesên di erdhejê de zerar ditibûn kirin. Koliyên ku berya niha hatibûn amadekirin ji teref endamên saziyên sivîl ve hatin belavkirin. 

Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê Cemal Çinar derbarê alîkariyan de agahî da û  destnîşan kir ku wek di televîzyonan de derdikevi zêdetir li vir hilweşandin çêbûye û ji bo alîkariyê bangî xêrxwazan kir.

Çinar di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Niha me alîkarî gîhand bi sedan malbatan. Mexdûrên ji teref Qaymaqamiyê ve hatibûn tesbîtkirin me alîkarî li wan belav kirin. Me wek Weqfa Kerwana Umûdê, IHO EBRAR û Yetîm-Dera Ewrûpayê koliyên ku me amade kiribûn belav kirin. Lewra kesên tên alîkariyê digrin ji wan yên zilamê wan şehîd bûne hene û hinek jê jî zarokê êtîm in. Niha em hewl didin ku birînên wan bipêçin.”

Çinar di berdewama axaftina xwe de îfade kir ku ew alîkariyê bi birêkûpêk belav dikin û dû re wiha got: “Piştî ku me xebatên xwe yên li vir temam kir re, em ê derbasî Îranê bibin. Em li vir bi alîkariya Serokê Platforma Şehîdên Kurdistanê Hacî Xelîl û bi wesîla saziyên herêmê alîkariyan belav dikin. Em li vir bi piştevaniya Weqfa Rabita-î Îslamê ya Kurdî (İslamic Kurdish League) belav dikin. Ji me re wesayîtan temîn dikin û di warê belav kirina alîkariyan de dibin alîkar. Niha em bi birêkûpêk alîkariyên xwe belav dikin.”    

Çinar destnîşan kir ku rewş ne wek di televîzyonan de tê xuyakirin e; bereks zêdetir xerabtir e. Çinar ji bo zêdetir alîkarî bên kirin bangewaziya alîkariye kir û got: “Bi rastî li vir tiştên di televîzyonan derdikeve zêdetir mexdûriyet hene. Behsa malên hilweşiyane, însanin birîndar û mirî dikin. Hin tax hene bi tevahî hilweşiyane. Bi dehan mal û avahî bi erdê re dûz bûne. Gundek dudu ji dîrokê hatin maliştin. Di vî warî de hilweşînên giran hene. Ji ber vê yekê, em dixwazin ji vir bangî xêrxwazan bikin. Werin em li van birayên xwe yên Misilman xwedî derkevin.”   

Çinar di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser van tiştan: “Bi rastî niha însanên mexdûr û mezlûm hene. Dema em van tiştin dibêjin dilê me xwîn digrî. Em pir xemgîn dibin û dilê me dişewite. Bi rastî mexdûriyetîn pir mezin hene. Divê gelê me di warê alîkariyê de seferber bibin. Em ji gelên xwe bawerin. Li vir pêdiviyê gel bi xida, derman, germbûn û betaniyan hene. Welatiyên malê wan hilweşiyan ji bo ji nû ve malên wan bên avakirin pêdivîyê wan bi pereyê hazir heye. Kesên malê wan hilweşiyan niha demborî lazim e ji wan re çadir bên çêkirin. Bi rastî îhtîyacên wan bi dan heye. Du nexweşxaneyên mezin yên li vir hilweşiyane. Niha çawa nexweşxaneyek li nexweşan binêre tuneye pêdivî bi îlac û derman jî zêde hene.” (ÎLKHA)         
















































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.