Kerwana Umûdê ji bo ku alîkariya mexdûrên erdhejê bike derbasî Îranê bû

Kerwana Umûdê ji bo ku alîkariya mexdûrên erdhejê bike derbasî Îranê bû

Weqfa Kerwana Umûdê ji bo ku birînên kesên ku di erdheja li ser sînorê Kurdistana Iraq û Îranê pêk hat de mexdûr bûne bipêçe deriyê sînorê ya Îranê derbas kir û çû devera erdhejê.

Erdheja ku bi şideta 7,3yan ya ku navenda wê 32 kîlometre başûre rojavayê Helepçe bû û gel zêde xisar dîtibû, pêçîna birînên wan û xebatên alîkariyê dewam dike.  

Heyetek ji Weqfa Kerwana Umûdê, IHO EBRAR û Yetîm-Dera Ewrûpa yên saziyên sivîl yên alîkariyê li Herêma Kurdistana Iraqê destê alîkariyê dirêjî bi sedan malbatên mexdûrê erdhejê kirin û alîkarî li wan belav kirin.

Piştî li Herêma Kurdistana Iraqê alîkariya bi sedan malbatên feqîr hat kirin, heyet ji bo derbasî devera Kirmanşaha Kurdistana Îranê bibe Deriyê Sînor a Merwanê derbas kir û çû Kurdistana Îranê. 

Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê Cemal Çinar derbarê xebatên alîkariyê de agahî da û destnîşan kir ku wan li Kurdistana Iraqê destê alîkariyê dirêjî bi sedan malbatên feqîr kirin û dû re derbasî Kurdistana Îranê bûne û li vir dixwazin alîkariya erdhejzedeyan bikin û birînên wan bipêçin.

Çinar di dawiya axaftina xwe de got: “Ji bo em alîkariyê bigihînin birayên xwe yên di erdhejê de zirar dîtine, me qampanya alîkariyê daye destpêkirin. Me li Derbendîxana Herêma Kurdistana Iraqê alîkarî gîhand bi sedan malbatên feqîr û muhtac. Niha jî em derbasî Îranê bûn û em ê li gor îmkan û derfetên xwe alîkariya birayên xwe yên di erdhejê de mexdûr bûne bikin”. (ÎLKHA)














 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.