Kerwana Ûmudê lêkolînên xwe yên li herêma erdhejê didomîne

Kerwana Ûmudê lêkolînên xwe yên li herêma erdhejê didomîne

Kerwana Ûmudê li Derbendîhana navçeya Herêma Kurdistana Iraqê ya ku lê ji ber erdhejê 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn lêkolîn û ziyaretên xwe didomîne.

Yekşema borî di derdora seat 7.3an de li Kurdistana Iraqê di mezinahiya 7.3an de erdhejeke mezin pêk hatibû.  Di erdeheja ku pêk hatibû de mirin çêbûbûn û gelek kes birîndar bûbûn û her wiha gelek kes ji malên xwe bûbûn. Weqfa Kerwana Ûmudê, Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO EBRARê ku saziyên alîkariyê ne li Herêma Kurdistana Iraqê ya ku lê di mezinahiya 7.3an de erdhejek pêk hatibû dest bi ziyaretan kiribûn da ku karibin birînên kesên mexdûr bipêçin. Heyeta alîkariyê van hevdîtin, ziyaret û lêkolînên xwe li cihê erdhejê didomînin.

Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Ûmudê Cemal Çinar  derbarê ziyaretên ku ew dikin de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir derheqê mijarê de wiha axivî: “ Em niha li Derbnendîhana ku girêdayê bajêra Germiyanê ne. Berî vê qasekê me bi parlementer û qeymeqam re hevdîtin kir û me derbarê rewşa vê derê de ji wan agahiyan wergirt. Dema ku me li vê derê lêkolînan dikir hatin ba me û sedema hatina me ya vê derê ji me kirin, me jî ji wan re got ku em ji Tirkiyê 3 saziyên alîkariyê yên bi navê Weqfa Kerwana Ûmudê, Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO EBRAR in û em ê ji kesên ku di erdhejê de mexdûr bûne re alîkariyê belav bikin.”

Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir haziriya wan a alîkariyê temam bûye û ew ê ji îro pê ve dest bi belavkirina alîkariyan bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Me li Derbendîhanê maleke ku pir zirar dîtiye dît, ne mimkûn e însanek ji binê vê avahiyê sax derkeve. Her wisa em hîn bûn ku dîwarê bendava Derbendîhanê derizî ye, lê bi temametî zirar nedîtiye. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di erdhejê de li Derbendîhanê 5 kes jiyana xwe ji dest dane, 100 kes birîndar bûne, 125 kes bê mal mane û 75 mal jî zirar dîtine.”(ÎLKHA)
































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.