Kerwana Umûdê li gundên Kurdistana Îranê lêkolînan kir û ji xelkê re kon belav kir

Kerwana Umûdê li gundên Kurdistana Îranê lêkolînan kir û ji xelkê re kon belav kir

Saziyên alîkariyê yên ku ji ber erdheja ku li ser sînora Kurdistana Îran û Iraqê pêk hat çûn heremê, li wan gundên ku ji erdhejê zirareke mezin dabû wan lêkolînan dikin û ji kesên mexdûr re konan belav kir.

Yekşema borî di wextên êvarî de li Kurdistana Iraqê li ser sînora Kurdistana Îran û Iraqê di mezinahiya 7.3an de erdhejeke mezin pêk hatibû.  Di erdeheja ku pêk hatibû de mirin çêbûbûn û gelek kes birîndar bûbûn û her wiha gelek kes ji malên xwe bûbûn. Weqfa Kerwana Ûmudê, Yetîm-Dera Ewrûpayê û IHO EBRARê ku saziyên alîkariyê ne li Herêma Kurdistana Iraqê ya ku lê di mezinahiya 7.3an de erdhejek pêk hatibû dest bi ziyaretan kiribûn da ku karibin birînên kesên mexdûr bipêçin. Heyeta alîkariyê van hevdîtin, ziyaret û lêkolînên xwe li cihê erdhejê kirin. Piştî lêkolînan heyeta saziyên alîkariyê derbasî Kurdistana Îranê bûn û li wê derê li wan gundên ku erdhejê zirar dabû wan lêkolînan kirin û ji kesên ku di erdhejê de malên wan zirar dîtin û hilweşiyan re kon ango çadiran belav kirin. Umut Kervanı'ndan depremzedelere çadır yardımı

Arîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Umûdê Cemal Çinar derbarê mijarê de diyar kir ew ji bo ku hinek bê jî ji derdên kesên ku di erdhejê de mexdûr bûne re bibin derman konan vedidin û hewil didin ji kesên ku malên wan hilweşiyan re bibin alîkar.

Çinar di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji teref saziyên xêrxwaz ve li herêma erdhêjê alîkarîya xurekê tê kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lê ji ber tahrîbat û tesîra erdhejê bi deh hezaran malbat bêxanî mane. Hinek malbat di konên ku ji wan re hatine dayîn de dimînin û hinek malbat jî li derve dimînin. Ji ber ku hawa cemidiye depremzede di nav nav tengasiyê de ne. Nexasim zarokên biçûk li derve di wê sir û seqemê de zehmetiyê dikşînin. Me ji bo ku ev zarok û malbat lê bisitrin konan danî. Me plan kir ku di wan gundên ku pir tahrîbat lê heye destaveke umumî saz bikin.”

Her wisa li gundên ku zirar û tahrîbateke mezin pêk hatiye ji teref kesên xêrxwaz û saziyên alîkariyê ve bazar hat datîn û kesên ku pêdiviya wan heye tên ji van bazaran pêdiviyên xwe tedarik dikin.

ÎLKHA































HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.