Kerwana Ûmudê li Sêrtê ji malbatên feqîr re alîkarî kir
Kerwana Ûmudê ya ku kar û barên xwe li Sêrtê birêve dibe ji malbatên feqîr re alîkarî kir.
Ji rayedarên Kerwana Ûmudê Salih Evîn derheqê xebatên alîkariyê yên ku hatine kirin de daxuyanî da. Evîn di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew her meh bi şikleke birêkûpêk ji 20 malbatan alîkarî dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Elbet, gelek zêde însan hene ku feqîr û hewcedar in. Ji ber vê yekê em dikarin ji zêdetir kesan re alîkariyê belav bikin. Em ji bo vê bang li rayedaran dikin, werin ji me re bibin alîkar.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.