1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Kerwana Umûdê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne
Kerwana Umûdê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Kerwana Umûdê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne

Kerwana Umûdê bi xebatên alîkarîyê yên ku dike ji birînên feqîr û jaran re dibe derman.

A+A-

Kerwana Umûdê ya ku li nava welêt û li derveyî welêt bi xebatên alîkarîyê yên ku dike navê xwe li derdora xwe daye hesandin, bo feqîr û jaran xebatên xwe didomîne.

Serokê Kerwana Umûdê ya Wanê Sebrî Yildirim  derbarê xebatên alîkarîyê de destnîşan kir ew her meh bi şikleke birêkûpêk ji 320 malbatan re alîkarîyê dikin û dû re û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bilî vê em her wiha alîkarîyên heyamî jî dikin. Di meha sibatê de me ji nêzî 600 kesan alîkarîya pêlavan kir.Me gazî wan malbatên ku berî niha hatine tespîtkirin vexwand komelê û me alîkarîya wan kir.”

Di bergeha xebatên alîkarîyê de ji teref Kerwana Umûdê ya Elezîzê ve di sala 2017an de ji 825 malbatan re di bihaya 215 hezar û 735 lîre, ji teref Kerwana Umûdê ya Bingolê ve di meha Çileyê de ji 116 malbatan re û ji teref Kerwana Umûdê ya Malatyayê ve jî ji keseke ku bi nexweşîya KOAHê ketiye re alîkarî hat kirin.

ÎLKHA






























 

Bu haber toplam 434 defa okunmuştur

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.