Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê di sala 2017an de milyonek û 128 hezar lîre alîkarî kir

Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê di sala 2017an de milyonek û 128 hezar lîre alîkarî kir

Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê ya ku navê xwe bi alîkarîyên ku kiriye û dike daye hesandin raporta xwe ya fealîyetên sala 2017an bi raya giştî re parve kir.

Kerwana Umûdê ya ku li Diyarbekirê kar û barên xwe yên xizmet û alîkarîyê birêve dibe raporta xwe ya fealîyetan a sala 2017an bi raya giştî re parve kir. Li gor raportê Kerwana Umûdê di sala 2017an de tevde di bihaya milyonek û 128 hezar lîre de alîkarî kirine.

Serokê Kerwana Umûdê ya Diyarbekirê Şahîn Elelçî derbarê alîkarîyên ku hatine kirin de diyar kir ew wek komeleya Kerwana Umûdê di sala 2017an de tev de ji 12 hezar malbatan re alîkarîya xurekê, cil û berg û kirtasîyê kirina û bihaya van tev de milyonek û 128 hezar lîre ye.

Elelçî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew van alîkarîya bi hevkarîya Weqfa Kerwana Umûdê ya ku navenda wê li Stenbolê ye kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di bergeha kampanyaya ku hatibûn destpêkirin de ji muhacirên Sûrî yên ku ji ber şerê navxweyî ya Sûrî koç kirine, ji kesên ku di erdhejên Kurdistana Iraq û Îranê de zirar dîtine re û ji Arakanîyên mezlûm re alîkarîya neqdî û eynî hat kirinç”

Elelçî di berdewama axavtina xwe de diyar kir wek her car îsal jî di Eyda Qurbanê de ji bi hezaran malbatan re alîkarîya goşt kirine û bo kesên mexdûr û hewcedar re jî kermeseke 10 rojene tertîp kirine.

Elelçî di dawîya axavtina xwe de hedîsa ‘Kesê ku ji faqîr û jinebî re alîkarîyê bike weke wî kesê ku di rêya Xweda de cîhad kiriye an jî weke wî kesê ku şeva xwe bi nimêjê roja xwe bi rojîyê derbas kiriye ye’ di bîran xist û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Bi izna Xweda em ê di sala 2018an de jî bi vê têgihiştin û şîarê hereket bikin. Em di bergeha vê yekê de li benda alîkarîya xêrxwazan in.”

ÎLKHA








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler