Kerwana Umûdê ya Qoserê rapora fealîyetên sala 2017an daxuyand

Kerwana Umûdê ya Qoserê rapora fealîyetên sala 2017an daxuyand

Kerwana Umûdê ya Qoserê ya ku li Qoserê kar û barên xwe birêve dibe rapora xwe ya faalîyetan a sala 2017an bi raya giştî re parve kir.

Serokê Kerwana Umûdê ya Qoserê  Mehmet Şîrîn Oz  derbarê mijarê de diyar kir ew wek komele wan alîkarîyên ku ji teref xêrxwazan ve hatine kirin ji malbatên feqîr û jar ên ku di nav malbatên Sûrîyeyî hebûn re belav kirin.

Oz di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir komeleya wan ji roja ku hatiye damezrandin vir ve bo feqîr û jar re alîkarîyê dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Komeleya me li vê derê ji kesên feqîr re bû hêvî. Komeleya me bes ji kesên feqîr ên ku eslê xwe ji vir re alîkarîyê nake, bi heman awayî ji wan kesên Sûrîyeyî yên ku ji ber şerê navxweyî revîyan e û hatine vê derê û ji wan Nisêbînî yên ku ji ber siyaseta çalan mexdûr bûne re alîkarîyê dike.”

Oz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek komele di sala 2017an de ji 587 malbatan re di bihaya 43 hezar û 165 lîre alîkarî kirine û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Min him di bin navê xwe yê Banqaya Xurekê ya Rahmetê û di bin navê xwe yê nû Kerwana Umûdê ya Qoserê de ji 248 malbatan re alîkarîya xurekê, ji 18 malbatan re alîkarîya neqdî, ji 100 malbatên Sûrîyeyî re xurek, ji 121 malbatan re alîkarîya cil û bergan, ji 100 malbatan re alîkarîya amûrên malê tev de ji 587 malbatan re di bihaya 43 hezar û 165 lîre alîkarî hatiye kirin.”

ÎLKHA













































HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.