Kesê ku dê ji ummetê re xwedîtîyê bike ulema ye

Kesê ku dê ji ummetê re xwedîtîyê bike ulema ye

Mela Beşîr Varolê ku di bernameya fitarê ya Îttîhadul Ulemayê de axivî diyar kir: “Kesê ku dê ji ummetê re xwedîtîyê bike ulema ye.”

Ji teref Îttîahadul Ulemayê ve bernameya fitarê hat tertîpkirin. Bernameya fitarê bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir. Mêvanên ku hatin bernameya fitarê ji teref Mela Muhammed Ozerê Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê û lijneya pê re ve hatin pêşîwazîkirin.

Piştî tîlaweta Qur’ana Kerîm Mela Muhammed Beşîr Varolê ku ji alimên herêmê ye û bi navê Mela Mizgîn têt nasîn derbarê ehemîyeta erka ulemaya Îslamê de axavtinek kir.

“Kesê ku dê ji ummetê re xwedîtîyê bike ulema ye”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir kesên ku dê rê nîşanî ummetê bidin alim in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Îro halê ummeta Îslamê malûmî we tevan e. Misliman îro ji her alîyê ve hatine îşxalkirin û di halekî perîşan de ne. Li temamê wargehên Mislimanan de Misliman tên bombebarankirin. Em dibêjin divê em tev dest bidin hev û li hev xwedî derkevin. Divê em guh bidin halê ummetê û lê xwedî derkevin. Lewra xwedîyê rastî yê ummetê alim in. Ger ulema li ummetê xwedî derkeve em ê zanibin ku ummet di nav ewlehîyê de ye. Kesê ku dê ji ummetê re xwedîtîyê bike ulema ye. Xweda dibêje ‘di rêya teqwayê de ji hevdû re bibin alîkar.’Bar giran e û ev bar be ne ya ferdek, cemaetek, dewletek û hareketekê ye. Ummet perîşan e û bar giran e. Xweda di Qur’ana Kerîm de dibêje ‘Pêkve bi şikleke jidayî xwe bi benê Xweda bigirinû nekevin tefrîqayê.’ Dema ku em ji hev qut bibin em nikarin li ummetê xwedî derkevin. Em dibêjin, divê di nav tifaqê de xwedî li ummetê bê derketin.”

“Divê Misliman di meha Remezanê de wê alîkarî û piştevanîya di nav xwe de bi hêztir bikin”

Dû re Mela Muhammed Ozerê Alîkarê Serokê Giştî yê Îttîhadul Ulemayê jî derbarê ehemîyeta li hev xwedî derketine de axavtinek kir û derbarê mijarê de wiha axivî: “Divê em di meha Remezanê de bi ser hevdûde herin werin û pirsa hev bikin. Niha li ser erdnigarîya ummetê gelek zêde zehmetî hene.Ji ber vê yekê divê Misliman di meha Remezanê de wê alîkarî û piştevanîya di nav xwe de bi hêztir bikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler