Kesê PKKyî di ‘Işik Evî’ de hat qefaltin

Kesê PKKyî di ‘Işik Evî’ de hat qefaltin

MÊRSÎN - Di operasyonên ku li Mêrsînê li dijî PKKê dihat kirin de kesekî hatibû tespîtkirin di xaniyeke ku aîdî ‘Rêxistina Dewleta Parelel’ e de dima û 3 kesên ku wî dihewandin hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Midûrtiya Ewlekariyê ya Mêrsînê ve hatiye dayîn  di çarçoveya xebatên ku ji teref ekîbên Midûrtiya Şubeya Mucadeleya bi Terorê ve li dijî PKKê hatine kirin de hat ragihandin wan agahî wergirtine ku ew ê endamên rêxistinê li Mêrsîn û Edenê çalakiyan li dar bixin û  li herêmên ku plandikin lê çalakiyan li dar bixin hazirî kirine û çek, muhîmat û teqemenî binerd kirine.

Kesên PKKyî di ‘Xaniya Ronahiyê’ (Işik Evî) de mane

Di berdewama daxuyaniya ku hatiye dayîn de hat ragihandin kesên PKKyî di ‘Xaniyê Ronahiyê’ de mane û wiha li daxuyaniyê hat zêdekirin: “Di çarçoveya van agahiyên ku hatine wergirtin de  ji teref Midûrtiya Ewlekariyê ya Mêrsînê û ji teref kordineya Serokatiya Heremê ya MÎTê ve operasyon hatin destpêkirin.Di encama operasyonan de li Denîzliyê endamên rêxistina PKK/KCKê digel kesên ku di nava Rêxistina Dewleta Parelel de ne  di ‘Xaniya Ronahiyê’ (Işik Evî) de hatin qefaltin.Kesên ku hatin qefaltin ji teref meqamên edlî yên li Denîzliyê ve hatin serbestberdan.Di çarçoveya tehqîqeta ku hat kirin de D.K.yê ku endamê rêxistina PKK/KCKê ye û kesên bi navê E.A., T.P., û A.K. yên ku tê diyarkirin  D.K. dihewandin anîn Mêrsînê. “

Ji bin axê cebilxane derket

Di operasyona ku li naveyna heremên  navçeya Tarsûsa Mêrsînê û navçeya Pozantiya Edenê dima de li araziyê kolan hat kirin. Di kolana ku hat kirin de 5 kîlogram teqemeniyê plastîk a C4, 4 keleşkof, 16 şarjorên keleşkofê , 575 gule, 10 bombeyên destî, 5 funyeyê agirkirinê û telefonek hat bidestxistin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.