Kesên ji kar hatin derxistin: Kesên ku me ji kar derxistin ji gelê Kurd re heqaret kiribûn
Ji Solaxana Çewligê 35 wezîfedarên ewlehîya taybet ên ku di bin bunyeya şîrketa Şîrketa Hevpar a Ticaret û Hilberînê ya Kalehan Enerjîyê de dixebitîn destnîşan kirin kesên ku me ji kar derxistin ji gelê Kurd re heqaretan kiribûn.
Li Solaxa Çewligê 35 wezîfedarên ewlehîya taybet ên ku di bin bunyeya şîrketa Şîrketa Hevpar a Ticaret û Hilberînê ya Kalehan Enerjîyê ya ku ji teref Cengîz Înşaat û Ozaltin Înşaat ve hevpar hatiye damezrandin de dixebitîn destnîşan kirin rayedarên şîrketê şevekê bi hinceta şandina çekan a bo balîstîkê çekan wan ji wan hatine berhevkirin û ji kar hatine derxistin.
“Kesên ku me ji kar derxistin ji gelê Kurd re heqaretan kiribûn”
Abdullah Çîftçîyê ku li ser navê wezîfedarên ji kar hatine derxistin ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir ew belesebe hatine mexdûrkirin û ew dixwazin ku ev mexdûrîyeta wan were çareserkirin. Çîftçî derbarê rayedarên şîrketa ku wî û hevalên wî ji kar derxistine de destnîşan kir:“ Hayrettîn Ozlatin û Mehmet Cengîzê karsa ên ku xwedîyê şîrketan in berî niha gotibûn ku ‘Kurdê herî baş Kurdê mirî ye.’ Her wisa heqaretên gelekî giran li gelê Kurd kiribûn.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.